Tirkiye kete nava resesyonê

Tirkiye piştî bi dehan salan yekemcar bi rengekî fermî kete nava resesyonê.

Li gorî AFP'ê, aboriya Tirkiyeyê ji sala 2009'an û vir ve yekemcar ketiye rewşa resesyonê.

Di nûçeya AFP'ê de hate gotin, "Sê hefte beriya hilbijartinên şaredariyê, agahiyeke nebaş ji bo hikumeta Tirk: Welat ji sala 2009'an û vir ve yekemcar kete rewşa resesyonê."

Li gorî daneyên TUÎK'ê, hatineya milî ya Tirkiyeyê li gorî çaryeka sala bihurî bi rêjeya 2.4 ji sedî biçûk bû. Di sê mehên destpêkê yên par de bi rêjeya 1.1 ji sedî biçûk bûbû.