Di raporê de tê gotin, li Tirkiyê her roj mafên mirovan û sendîkayan tê binpêkirin. Her wiha di agahî tê dayin ku ji 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê ve li dijî çalakgerên sendîkayê zext û zordarî, girtin zêde bûne, çalakiyên protestoyî hatine qedexekirin û mînakên berbiçav hatine dayin.
Di rapora ITUC’ê de ku îro hate weşandin tê gotin, Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ji bo kedkar û sendîkavanan herêmên herî taloke yên cîhanê ne. Xebatkar û çalakgerên sendîkayan têne girtin, gef li wan tê xwarin, tundî li wan tê kirin û têne kuştin.
TIRKIYE JI 139 WELATAN DI NAVA 10 WELATAN DE YE
Di raporê de ji nav 139 welatên ku ji hêla mafên mirovan û mafên sendîkayan ve profîla wan herî xirab bi dorê wiha hatine rêzkirin: Qatar, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, Misir, Filîpîn, Kolombiya, Kazakîstan, Komara Koreyê, Guetamala, Tirkiye û Bangladeş.