Tirkiye dê di koalîsyona şer de cih bigire!
Tirkiye dê di koalîsyona şer de cih bigire!
Tirkiye dê di koalîsyona şer de cih bigire!
Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu diyar kir ku di Konseya Ewlehiya NY’ê de biryara ‘mûeyîde’ dernekeve jî 36-37 welat rêbazên din yên der barê Sûriyeyê dê nîqaş bikin û got: “Ger di vê pêvajoyê de li dijî Sûriyeyê koalîasyonek bê avakirin, Tirkiye jî dê di nava vê koalîsyonê de cih bigire.
Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu ji rojnameya Mîlliyetê bi Fîkret Bîla re axivî û diyar kir ku piştî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyeyê, li dijî Sûriyeyê ‘mûeyîde’ pêk bê û got: “Netewên Yekbûyî, civaka Navnetewî divê êdî ji vê rewşê re nebe temaşekevan û vî sûcî bê ceza nehêle. Tirkiye ji serî de heta niha xwedî vê helwestê ye.
Davutoglu wiha got: “Sûriyeyê hêj nû destur da heyeta Netewên Yekbûyî ku li herêma Guta lêkolînê bike. em wek Tirkiyeyê dê li encama vê binêrin. Piştî vê lêkolînê şûnde divê Konseya bilind ya Netewên Yekbûyî biryara mueyyîde bigire. Em her tim dibêjin bi biryara Netewên yekbûyî û civaka navnetewî tevbigerin. Ger biryareke wisa di konseyê de derneyê jî dê rêbazên din bên rojevê. Ger di vê pêvajoyê de li dijî Sûriyeyê koalîasyone bê avakirin, dê Tirkiye di nava vê koalîsyonê de cih bigire. Di serê welatên ku herî zêde di bin bandora Sûriyeyê de dimînin yek Tirkiye ye. Ji Sûriyeyê penaber tên Tirkiyeyê. Hewcedariyên van penaberan tên cih. Ji ber vê dê Tirkiye jî di vê koalîsyonê de cih bigire.”