Tirkiye agahiyên sîxûrî ji rojnamevanan berhev dike

Tirkiye agahiyên sîxûrî ji rojnamevanan berhev dike

Hukûmeta AKP’ê ku zextên dijwar li hemberî azadiya çapemenî û ramanê pêk tîne û rojnamevanên ku rastiyan bi raya giştî re parve dikin bi sucdariyên “terorîst” diavêje girtîgehan û dozan li wan vedike, vê carê jî ji rojnamevanên ku dixebitin dixwaze ku sîxûrtiyê bikin.

Di meha berfanbarê de Balyozxaneya Tirk a li Swêdê ji nunertiyên gelek organên çapemeniyê yên weke Ajansa Anadolu (AA), Ajansa Nûçeyan A Cîhanê, Ajansa Nûçeyan a Îhlasê, Ajansa Nûçeyan a Doganê, Hurriyet, Cumhuriyet, NTV, Ulusal Kanal, Sabah, Zaman û Aydinlikê re peyam şandine û ji wana xwestine ka pirtûka “Anatomiya Şerekî” ya Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan li Swêdê hatiye weşandin, bo zimanê Swêdî hatiye wergerandin an na, lêkolîn bikin.

Nameya bi îmzeya Berdevkê Çapemeniyê yê Balyozxaneya Tirk a Stockholmê Arif Gulen bi sernava “Birêz Endamên Çapemeniyê” dest pê dike û wiha tê gotin: “Hûn dizanin, li Almanyayê pirtûka bi navê “Anatomiya Şerekî: Li Kurdistanê Xeta Şerekî’ ya ji rêberên rêxisitna terorê ya PKK’ê Mûrat Karayilan hat weşandin. Me agahî girt ku amadekariya wê yekê dikin ku vê pirtûkê li zimanên cûda wergerînin û welatên cûda biweşînin. Em niha dişopînin ka ev pirtûk li vê derê hatiye belavkirin an na, li Swêdî hatiye wergerandin an na. Ger di vî warî de agahiyek gihiştibe ber destê we hûn bi me re parve bikin, em ê pir kêfxweş bibin.”

Ev pirtûka “Anatomiya Şerekî” ku dewleta Tirk derbarê wê de agahî dixwaze, sala par li zimanê Yewnanî hate wergerandin û roja 28’ê mijdarê li Atenayê li Muzexaneya Şer hatibû nasandin. Ji bo astengkirina vê pirtûkê Tirkiyeyê gelek hewl da. Tê diyarkirin ku Balyozxaneya Tirk Swêdê jî ji bo astengkirina weşandin û belavkirina vê pirtûkê amadekarî dike.