'Tirkên Erêparêz' li Elmanyayê dibin sedema aciziyan

Piştî ku AKP'ê bi fen û fûtan 'Erê' bi ser xist, li Ewropayê nîqaşên li ser betalkirina hemwelatîbûnê berfireh bûn.

Piştî Belçîka û Hollandayê partiyên li Elmanyayê jî dixwazin hemwelatîbûn bi hêsanî were betalkirin.

Dixwazin şertên hemwelatîbûnê girantir bibin.

Stephan Mayer ê ku Pisporê Karên Navxweyî yê Koma Meclîsa Federal a Partiyên Yekîtiya Xirîstiyanan e daxuyanî da rojnameya Dîe Weltê û got, "Di serdema nû ya qanûndanînê de, ez bawer im em ê karibin bi hêsanî şertên hemwelatîbûnê betal bikin."

Mayer got, eger zarokên kesên ku hemwelatîbûna wan heye li Elmanyayê nejî û ti eleqeya wan bi Elmanyayê re nemabe divê hemwelatîbûna zarokên wan bê betalkirin.

Mayer xwest, ev pêşniyar têkeve bernameya hilbijartinê ya partiyên Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan (CDÛ) û Yekîtiya Civakî ya Xirîstiyanan (CSÛ).

Stephan Mayer got ku, Tirkiye ji rêya demokratîk û dewleta hiqûqî derdikeve û dikeve rêya avadaniyên otokratîk û banga nerm û bipîvanbûnê li Erdogan kir.

HOLLANDA Û BELÇÎKA JÎ LI SER HEMAN FIKRÊ NE

Piştî referandûmê nîqaşên wekî vê li Belçîka û Hollandayê jî tên kirin. Hendrîk Bogaert ê ku parlementerê Partiya Demokrat a Xirîstiyan ê Flamanan e (CDV) xwest ku bila hemwelatîbûna kesên ku piştgiriya rejîma totalîter a Tirkiyeyê dikin were betal kirin û got, "Ev tişt wisa nadome. A niha, divê hûn vê hemwelatîbûnê rakin."

Wezîrê Dewletê yê ji Penaber û Koçeran Berpirsyar e yê ji N-VA’yê Theo Francken jî piştgiriya vê pêşniyarê dike.

Serokê Partiya Azadî (PVV) ya rastgir a li Hollandayê di muxalefeta sereke de ye Geert Wîlders jî gotibû, "Hilbijêrên ku ji sedî 75 gotine 'Erê' bila vegerin Tirkiyeyê" û beşdarî nîqaşan bûbû.

Parlamenterê Partiya Rastgir a Lîberal Han ten Broeke jî gotibû, "Erdogan bi serfiraziya marjînal, bûye xwediyê rayeyên zêde" û Parlementerê Demokratên 66 (D66) Sjoerd Sjoerdsma jî gotibû ku Tirkiye bi van encaman ber bi dîktatoriyê ve diçe.