Tîmên Tolhildanê li notirvan û tiryakkêşan da

Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Îslam Gever a YPS’ê diyar kir ku li Gevera Colemêrgê wan bi molotofan li notirvan û tiryakkêşan dane.

Tîmên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku wan di çarçoveya ‘Pêngava li dijî mêtinger û sîxuran’ de li Geverê du çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin, “Di 4’ê Tebaxê de li Taxa Gungor a Geverê saet di 23.20’an de me bi molotofan li du notirvanan da. Molotofek li stûyê notirvanekî ket, bi giranî birîndar bû, notirvanê din jî gule li derdorê reşand û reviya.

Di 9’ê Tebaxê de saet di 00.500’an de li Geverê li dijî kesên di wesayîtên xwe de tiryak dikişandin, bi molotofan çalakî hate lidarxistin. Kesên di vê wesayîtê de reviyan û wesayîta wan şewitî.

Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku civakê dike zindaneke servekirî, bi pergala xwe ya nû ya bi polîtîkaya sîxur û alîgirên xwe pergala qirkirina çandî ya li Kurdistanê derxistiye asteke jor. Li hemberî vî tiştî tekane çare berxwedan û geşkirina xweparastinê ye. Li ku dera Kurdistanê dibe bila bibe, em ê li hemberî vê feraseta faşîst bi her metodê çalakiyan li dar bixin. Ev kesên exlaqê civakê xera dikin, fesadiyê dikin û notirvan wê her dem bibin hedefa me.”