Hozan Mizgîn: Rêwiya heqîqet û azadiyê

Hozan Mizgîn bilbileke hunera azad, mîlataneke Apoyî, şehîdeke nemir a rêya azadiya xak û nîştiman û mirovatiyê ye.

Heqîqeta jiyana azad di nav dîroka tevgera azadiyê de, di nav hizir û ramanên Rêber Apo û PKK’ê de her tim bi deng û seda û rengê hunerê hebûye. Gava ku şoreşgerekî tevgera azadiyê bi rêya jihên amûrekê dengekî çêdike, di wê gavê de gerîlayek bi çeka xwe destaneke lehengiyê diafirîne. Rêber Apo dibêje ku tu ferqa çeka gerîlayekî û saza hunermendekî tune ye, her du ji bo azadiyê tê dikoşin.

Belê ev heqîqeta ku guhên we bihîst, heqîqeta tevgera Apoyî ye, heqîqeteke wisa ye ku xwe di rûyê hezaran şehîdan de daye xuyakirin.

Bê guman yek ji wan şehîdan jî evîndara azadiyê û evîndara hunera azad û Kurdê azad şehîd Hozan Mizgîn e.

Hozan Mizgîn bilbileke hunera azad, mîlataneke Apoyî, şehîdeke nemir a rêya azadiya xak û nîştiman û mirovatiyê ye.

Hunermend Hozan Mizgîn di sala 1962’yan de li Êlihê, li gundê Bileyderê ji dayik bûye. Berî darbeya sala 1980’yî beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Di wê demê de jî li Êlihê Mazlûm Dogan, Masûm Korkmaz xebatên rêxistinkirinê dikirin. Wê demê Hozan Mizgîn tevî komek ciwan beşdarî nav refên PKK’ê dibe û dibe yekemîn jin ku ji wê herêmê beşdarî nav rêzên PKK’ê dibe.


Şehîd Mizgîn di nav yekemîn koma xwendekaran de cih digire ku ji bo dewreyeke perwerdeya îdeolojîk a tevgera Apoyî berê xwe didin Kampa Beqayê. Piştî perwerdeyê, ji bo rêxistinkirina xebatên çandî û hunerî di sala 1980’yî de tevî Hozan Sefkan diçe Ewropayê û li wir bi hev re bingeha “Hunerkom”ê û “Koma Berxwedanê” datînin.

Di wan salan de bi stranên xwe ku behsa berxwedan û jiyana zehmet a gelê Kurd dike, stranên wekî “Çemê Hêzil” û “Gundîno Hawar” dengê wê digihîje guhên her Kurdekî azadîxwaz û welatparêz.

Piştî xebata xwe ya hunerî ya li Ewropayê, Hozan Mizgîn di dijwartirîn demê de ji bo rêxistinkirina jinên Kurd berê xwe dide bakurê Kurdistanê. Wek yekemîn fermandara jin li Herêma Xerzan dibe fermandar. Bi ked û têkoşîna xwe destpêkê bandorê li jinan dike û paşê jî bandorê li hemû gelê Tetwanê dike.

Şehîd Mizgîn xebatên rêxistinî û xebatên hunerî bi hev ve girê dabûn, her cih û devera ku biçûya wir, wekî Înana û Îstarên serdemê xebat dikir û bi deng û hunera xwe û bi şêwaza xwe ya balkêş her kes rêxistin dikir.

Hozan Mizgîn tenê di xebatên çandî de nema, ji bo zêdetir xwenasîn û rêxistinkirina jinên Kurd ku koçberî welatên Ewropayê bûbûn, tê dikoşe û beşdarî amadekariyên damezrandina Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê dibe. Piştî damezrandina wê dibe endama rêveberiya wê û bi vî rengî xebatên çandî û xebatên rêxstinî dimeşîne.

Hozan Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’yan de gava ku dijmin li Tetwanê êrişî ser wê malê dike ku Hozan Mizgîn li wir e, heta dawiyê şer dike û di dawiyê de çalakiya fedaiyê dike. Piştî şehîdbûna Mizgîn Hozanê, sedemeke nû ji bo têkoşîna jinan çêbû. Berî her tiştî jinên Tetwanê ku bi deng û hebûna Hozan Mizgînê şaş diman, navê Mizgîn li xwe kirin û beşdarî têkoşîna azadiya jinan bûn.

Piştî şehîdbûna wê, zarokên ku ji dayik dibûn, navê wan Mizgîn dihate danîn û wan têkoşîna şehîd Mizgînê didomand.

Wekî ku Rêber Apo dibêje, pêwîst e em şehîdbûna Hozan Mizgînê baş fam bikin û li hember dijmin bibin bersiv.