BI DÎMEN

Kovara Xwebûn bi hejmara xwe ya nû hate weşandin

Kovara Xwebûn ku sê mehan carekê ji bo jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropa tê weşandin, bi manşeta ‘Têlên tundiyê bişkînin!’ derket.

KOVARA XWEBÛN

Di sala 2017’an hejmara yekem a kovarê derketiye. Di hejmara heyî de gotarên bi Kurdî, Elmanî, Tirkî û Îngilîzî hene. Beşa Amargî bi mijarên ekolojiyê ve mijûl dibe û berhemên xwezayî yên destçêkirî pêşkêş dike.

Di hejmara 29’emîn de Komîteya Xwebûn li ser mijara mîlîtarîzmê rawestiya. Lijneya weşana kovara Xwebûn derbarê naveroka hejmara 29’emîn de ev agahî dan:

‘Di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, girîng e ku mirov li pişt rastiyê nemeşe, lê gavek li pêşiya wê be. Em dizanin ku bi taybetî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê ku navenda vî şerî ye, êrîşên fizîkî her ku diçe girantir dibin, şerê psîkolojîk jî bi taybetî tê bikaranîn. Bi şerên Ûkrayna-Rûsyayê û Filistîn-Îsraîlê re amadekariya şer êdî bûye mijareke rojane. Dewletên netewe yên hegemonîk bi milîtarîzekirina civakê dixwazin zayendîperestî û faşîzmê di nava civakê de kûrtir bike. Nîqaşên dawî yên ku li Ewropa li ser mijara ferzkirina leşkeriyê li jinan, ne dûrî vê hişmendiyê ye. Pergal dixwaze jin tenê bi teqlîdkirina zilam bikaribe xwe îfade bike. Ji bo ku artêşên xwe jî meşrû bike jinan bi kar tînin. Şerekî taybet li hemberî jinê tê meşandin. Lewma gîrîng e ji bo jinên ciwan mijara mîlîtarîzm baş fêm bikin. Mîlîtarîzm di jiyana me ya rojane de çawa xwe dide der? Mîlîtarîzm çawa bi zayendperestiya rojane ve girêdayî ye? Çawa vê dike?

Ji bo vê em hejmara 29’emîn a Xwebûnê ji mijara mîlîtarîzmê re veqetînin.’

Di hejmara nû de ku nivîsên bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Tirki û Elmanî cih digirin, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gotarên jinên ciwan û gerîlayan cih digirin.

Her wiha ji bo bîranîna Şehîd Bîşeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha yên ku di 28’ê Tîrmehê de şehîd bûbûn, gotarek hate weşandin.

Têkildarî aştiyê nivîsek jî di kovarê de hatiye nivîsîn.

Kovara Xwebûn ji lînka jêrîn dikarin bi dengî li ser Spotify guhdarî bikin:

https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S

Naveroka hejmara 29'an a kovarê wiha ye:

KURDÎ:

Jin wê cihana herî xweşik biafrîne

Stêrka Şoreşê: Şehîd Bişeng Brûsk

TIRKÎ:

Şehîd Sara Hogir Riha

O mekandan her sesin bir anlamı var

ELMANÎ

Die Geschwüre der Gewalt: Sexismus- Faschismus- Militarismus

Der unheilige Krieg gegen die Frau

Krieg und Frieden

Wie das Militär versucht unsere Köpfe zu belagern

Gestern wie heute- Freiheit verwirklichen

Mach, was wirklich zählt..

ÎNGILIZÎ:

Society’s militarism problem

The accelerated rhythm of the ‘Third World War’

Breaking the spiral of militarism

Amargî – The Olive

Filmreview: Welcome to Dongmakgol