Tîmê Xençer ji 4 kesan re peyama kuştinê şand

Tîmê Xençer ji 4 kesan re peyama kuştinê şand

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji 4 welatiyan re li ser navê Tîma Xençer peyama kuştinê hat şandin. 4 kesên ku peyama kuştinê ji wan re hatin şandin serî li Dozgeriya Komarê ya Nisêbîne dan. Kekê bi navê Mesut Aslan û Azad Tahîroglu serî li dozgeriyê dan û diyar kirin ku ewlehiya wan tune. 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şevêdin ji 4 welatiyan re li ser navê "Tîma Xençer" peyama kuştinê hat şandin. Tîmên Xençer şevê din peyama kuştinê ji Mesut Aslan, Azad Tahîroglu, Necdet Tarlak û Zinar Boga re peyama "Ji bo parastina yekîtiya welat, bilindkirina ala şen a li ezman û xwîna şehîdan li erdê nemîne me ji xwe re kuştina 1 Zinar Boga, 2 Necdet Tarlak, 3 Mesut Aslan û 4 Azad Tahîroglu wekî peyvirek dît. Bijî kesên dibêjin em tirkin" (Tîmê Xençer) " 

Li ser peyama ku bi navê "Tîma Xençer" hat şandin welatiyê bi navê Mesut Aslan û Azad Tahîroglu, serî li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê dan. Piştî serlêdanê Mesut Aslan û Azad Tahîroglu diyar kir ku wan serî li dozgeriyê dan û gotin ewlehiya wan tune lê dozger jî bersîva "Ewlehiya me jî tune" daye wan. 

Mesut Aslan anî ziman ku ji vê saetê û şûnde tiştek bi serê wî û 3 hevalên wî de bê "Tîma Xençer" ku peyam ji wan re şandiye berpirsiyar e. Aslan, da zanîn ku niha ewlehiya wan tune û xwest kes vê peyamê biçûk nebîne û li hemberî vê peyamê sersariyan nake. Aslan, anî ziman ku dê serî li ÎHD'ê bidin û bixwazin hemû cemawerî vê yekê zanibin.