Tîllerson: Me pêşniyaza herêma ewle nekir
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson diyar kir ku wan ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû re pêşniyaza herêma ewle nekirine.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson diyar kir ku wan ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû re pêşniyaza herêma ewle nekirine.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson piştî Forûma Ekonomiyê ya Cîhanê de ya li bajarê Davosê yê Îsraîlê pirsên rojnamevanan bersivand û got, “Me qala hin vebijarkên gengaz kir. Lê me tu tişt pêşniyaz nekir.”
Tîllerson diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê dibe ku li bakurê rojavayê Sûriyeyê ‘herêmeke ewle’ were avakirin û got, “Em hêvîdar in di vî warî de em ê bi hev re bixebitin.”