Tîllerson: Birayên Misilman li Tirkiyeyê di nava hikûmetê de ne
Wezîrê Karê Derve y DYA Rex Tîllerson, diyar kir ku Biryarên Misilman li welatên mîna Tirkiye û Bahreynê, endamên wan nava hikûmetê di asta rêveberiyê de cih digirin.
Wezîrê Karê Derve y DYA Rex Tîllerson, diyar kir ku Biryarên Misilman li welatên mîna Tirkiye û Bahreynê, endamên wan nava hikûmetê di asta rêveberiyê de cih digirin.
Rex Tîllerson ê ku Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Nûneran a li DYA’yê têkildarî mijara Birayên Misilman agahdar kir, anî ziman ku ev rêxistin ji nêz ve tê şopandin. Tîllerson ê ku destnîşan kir ku refkirina Birayên Misilman a weke komên terorîst, wê li hinek welatên DYA’yê têkiliyên wan hê zêdetir tevlîhev bike, îfade kir ku li henek welatan endamên wan nava hikûmetê di asta rêveberiyê de cih digirin. Tîllerson di nava van welatan de Tirkiye û Bahreyn diyar kir.