Tiftîkçî: Ku desthilatdarî hemû bikeve destê Erdogan lîderên cemeetê wê rewşa xwe nikaribin biparêzin

Nivîskar Osman Tiftîkçî diyar kir ku li Tirkiyeyê cemeet hema bibêje bûne saziyên AKP’ê û got, “Lê lîderên cemeetê dizanin ku Erdogan hemû desthilatdarî di destê xwe de civand wê nikaribin rewşa xwe ya berê biparêzin.”

Tiftîkçî diyar kir got valahiya ji cemeetan dibe ku çeteyên weke DAIŞ’ê yên cîhadîst dagirin û got, “Cîhadîstên ku ji Sûriyê û Iraqê reviyan jî têne Tirkiyeyê. Ji niha de zehmet e ku mirov bibêje ev ê çawa tevbigerin.”

Piştî şewata li Eledag a Edeneyê ya li wargeha xwendekaran û di encamê de 11 jê xwendekar 12 kes mirin, ji ber ku wargeh a cemeeta Silêmaniyan bû, cemeet dîsa ketin rojevê. Piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê fikra ku bi raya giştî re çêbûyî ev bû; Silêmanî bêhtir di mijare perwerdehiyê de û Menzîlî jî di mijara tenduristiyê de rêxistinbûyî ne. Fikrekî din jî ew e ku desthilatdariya AKP’ê, Qesrê li şûna Gulen cemeetan bi cih dike.

Piştî 15’ê Tîrmehê hevalbendiya AKP’ê ya bi cemeetên din re çi ye? Kîjan cemeet li kû birêxistin dibe? Di nav sermayê de bandora cemeetê çi ye? Di siberoja tevgera Îslamî de çi heye?

Osman Tiftîkçî, xwediyê pirtûkên “Ji 1960’î ve heta bi niha li Tirkiyeya Niha Tevgera Îslamî”, “Ji Osmaniyan heta niha Peresana Artêşê”, “Bûyina Îslamiya siyasî, ji Osmaniyan heta bi niha Pêşketiya wê ya li Tirkiyeyê”, “Ji Osmaniyan ta bi Komarê Geşedana Burjuvaziyê” û “Ji Saîd-î Kurdî ta bi Saîd-î Nursî Tevgera Nûrî û Nûrîtiya Kurd” bersiv da van pirsên me.

Piştî tasfiyeya cemeeta Gulen tê gotin AKP’ê li şûna wan tarîkat û cemeetên din bi cih dike. Tu li ser vê çi dibêjî?

Rêxistinbûyina Gulen ne AKP’ê ava kiriye û ne girêdayî AKP’ê ye. Ev avanî bi desteka emperyalîzmê û dewletên têkildar bû hêzeke global. Ji bo vê jî ne pêkan e ku AKP bikaribe cemeeta Gulen deynê aliyekî û li şûna wan hine din bi cih bike. Ti nîşaneyên ku emperyalîzm û sermayeya yekdest pişgiriya xwe ji Gulen kişandiye û dev jê qeriyaye nîn e.

AKP hewl dide ku Gulen ji burokrasiyê, perwerdehiyê, wezaretê, polîs û artêşê tasfiye bike. Lê ev di çi astê de ye em pê nizanin. Mînak AKP hê dest nedaye lingê siyasî yê Gulen. Cihê ku dest lê da jî çi qasî xwe pê de berda ne diyar e. AKP bêhtir bela xwe dide mirovên jirêzê, Kurdan, çepgiran. Têkoşîna dijî FETO ji AKP’ê re bûye hinceta têkoşîna dijî tevgera Kurd, çepgiran.

Ev ne cara pêşî ye ku cemeeta Gulen bi êrîşan re hevrû dibe. Beriya niha salên 2000’î jî li Ozbekîstan û Rûsyayê dibistanên Gule hatin girtin û xebatên wê qedexekirin. Lê li wan welatan rêxistina Gulen weke li cem me ev qasî têkilî nav dewletê û qadên civakî nebûbû, weke pêvekekê xuya dikir. Li cem me ev rêxistinbûn kêşeyeke avaniyê ye, kêşeya sîstemê ye. Li pişt sermayeya xwemalî, emperyalîzm heye. Cemeeta Gulen ne girêdayî Fethullah Gulen e. F. Gulen bi zanebûn ji bo ku ser rastiyan bigirin tê nepixandin. Mînak bi taybetî avaniyên di nav artêş, polîs, îstîxbaratê de, ne pêkan e ku bêyî agahiya NATO, Pentagon, saziyên têkildarî Tirkiyeyê, sermayeyê be.

AKP li şûna burokratên ku ji wan re FETO dibêje û ji kar davêje, cemeetên din datîne. Lê ev nayê wê wateyê ku li şûna Gulen ev cemeet dgiriin. Cihê rêxistinbûyina Gulen cuda ye.

Sedema xurtbûna cemeeta Gulen çi ne?

Gulen li Tirkiyeyê bi 12’ê Îlonê re, piştî hilweşîna Bloka Rojhilat projeya Îslamiya nerm, Îslamiya fermî dinimîne. Taymetmendiya sereke ya vî baskî ew e ku li dijî emperyalîzmê, Xirisitiyanan û Îsraîlê nerm in, bi Papa re têkiliya wan baş e, tevgerên dijî Israîl û Emrîka ji xwe re weke dijmin dibînin. Ji bilî van jî li dijî hişmendiya Îslamî ya paşverû ne. Mînak li hemberî Kemalîzmê, laîkiyê jî, teoriya perasanê jî nerm in. Di cil û bergan de gotin, “destmal kitekit e” Bi kurtasî ji cemeetan ji hêla helwesta siyasî, têkiliya xwe ya bi emperyalîzmê, şîroveya Îslamê û rêxistinbûn û şêwaza xebata xwe ve vediqete.

MENZÎL, ERENKOY Û ÎSMAÎLAGA DI DEMA AKP’Ê DE XURT BÛN

Piştî 15’ê Tîrmehê kîjan cemeet derkete pêş?

Di vê mijarê de daneyên berbiçav nîn in. Em bi giştî vê dizanin: ji bilî çendekan hemû cemeet li pişt AKP’ê disekinin. Mînak Koma Asyaya Nû ya Nûrparêz ji AKP’ê xwe dûr digire, ji Silêmaniyan Arîf Ahmet Denizolgu weke muxalîfê AKP’ê xuya dike. Ev kom ji xeta Demîrel ê berê, Dogru Yolê ber bi MHP’ê ve hat. Hin komên biçûk ên ji Cemeeta Îsmaîlaga veqetiyan jî ji AKP’ê xwe dûr digirin. Lê giraniya van hemûyan di nav girseya rastparêz, dîndar de ti giraniya van nîn e.

Di dema AKP’ê de yên ku zû mezin bûyin Menzîl, Erenkoy û Îslamîaga ne. Li gel ku damezirînerê Menzîlê û lîderê wê yê niha Kurd e jî û li Semsûrê dimîne jî, nîjatperestekî Tirkiyeyê ye û xwedî paşerojeke dewletparazê Tirkiyeyê ye. Piştî 12’ê Îlonê hin ‘ulkucî’ û efsarên malnişîn jî tevlî vê cemeetê bûn û bi vî awayî li nav Tirkan jî birêxistin bû. Ji serî ve destek da AKP’ê. Ji vê demê ve bi navê Semarkantê derkeve pêş. 2005’an TUMSÎAD ava kirin. Tê gotin bi Recep Akdag li Wezareta Tenduristiyê birêxistin dibin. Silêmanî jî di perwerdehiyê de. Ev bask dibe ku yê Mehmet Denîzolgun ê Silêmanî be. Ji ber ku baskê din xwe ji AKP’ê dûr digire. Mînak lîderê vî baskî Ahmet Arîf Denîzolgun beriya bi demekê mir û Erdogan jî di nav de ji rêveberiya AKP’ê kes neçû ser cenaze. Çapemeniya wan jî ev ji nedîtî ve hat. Baskê Mehmet Denîzolgun jî ji destpêkê ve bi AKP’ê re ye.

CEMEET HEMA BIBÊJE BÛNE SAZIYÊN HIKÛMETÊ

Têkiliyên di navbera AKP’ê û cemeetê de ne bê pirsgirêk in ne?

Ji bo Erdogan û hemû desthilatdariyên siyasî yên li Tirkiyeyê ya girîng ji cemeetan bêhtir desteka emperyalîzmê û sermayeya yekdest e. Erdogan piştî ku bi Gulen re kete nav şerê manûnemanê, ev desteka xwe bi giranî ji dest da. Têkiliyên bi cemeetê re têra xw bi kêşe ne. Pêvajoya 23’yê Sibatê bû fetloneke girîng. AKP bi Gulen re mil bi mil weke ku pergalê dixwest dema ku ber bi desthiltdariyê ve dimeşiyan, cemeetan darbeyeke mezin xwarin. Lîderê cemeeta Îsmaîlaga Hizir Alî Muratoglu hate kuştin. Damezirînerê Nûrparêziya Kurd Îzettîn Yildirim hate kuştin. Cemeeta Erenkoyê lîderê xwe Mûsa Topbaş, Silêmaniyan lîderê xwe Kemal Kaçar, Îskenderpaşa lîderê xwe Esat Çoşan, Işıkçıyan Huseyîn Hilmî Işik ji dest dan. Piştre cemeet parçe bûn, têra xwe qels bûn. Di vê pêvajoyê de cemeet Menzîl û Erenkoy ne di nav de muxalîfê AKP’ê û Gulen bûn.

Piştre jî AKP bi baweriya bi girseya li pişt xwe û rewşa nû ya bi Bihare Ereb re diyar bûyî, hewl da ku ji bin tehakkuma Gulen xwe xilas bike û berê xwe da cemeetê. Ev rewş ji cemeetê re bû hêvî. Lê ev hevkariya wan ji wan re bû bar.

Cemeetan wesfên xwe yên muxalîfbûnê ji dest dan, hema bibêje bûne saziyên hikûmetê. Tevlî nav karên qirêjî, nelirêtiyan bûn, ji hêla sincî ve hilweşiyan. Weke ku ev jî ne bes be, Erdogan bi giştî wan bêkarekter dike û dixwaze bike dûvelingê xwe. Erdogan weke serdema yekpartiyê, ji bilî Diyaneta fermî, naxwaze avaniyên dînî yên xweser hebin ku girêdayî lîderê xwe ne. Ev mijar carcaran di navbera berdevkên Diyanetê û qelemên alîgir de tê nîqaşkirin. Cemeet li hemberî vê rewşê bi hişkereyî newêrin helwesta xwe diyar bikin. Ji ber ku ditirsim ku Erdogan biçe dîsa pêvajoyeke weke ya 28’ê Sibatê dikare were jiyîn. Lê lîderên cemeetê dizanin ku Erdogan serektiya xwe ragihand wê nikaribin rewşa xw ya berdest biparêzin. Nelirêtiya ku tê geriyane, têkçûna sincî wan dixindirîne. Diyar e ku ji desthilariyê ketine AKP’ê wê cemeetan serobinî hev bike. Li cihê vala yê ji Guleniyan mayî, bicihkirina cemeetan van pirsgirêkên jiyanî yên cemeetan çareser nake, kûrtir dike.

Di vê navê de em ji bo sermayeya şîrketên cemeetê vê bibêjin. Xirabûnûna têkiliyên bi sîstema emperyalîst re, bi Yekîtiya Ewropayê re û bi giştî bi welatên Islamê re, derfeta mezinbûna van derdoran jî ji dest stand. Li hemberî krîza ekonomîk şîrketên navîn ên cemeetê zêde nikarin xwe bigirin. Ji bo vê jî meyla Erdogan a yek zilambûnê, lihevnekirinên wî yên di polîtîkaya derve de, fetlên ku dide xwe, li van derdoran fikaran zêdetir dike.

Cemeet bi esasî piştî salên 1960’î weke rêxistinên nav esnafan xwe birêxistin kirin. Salên 60’î bûne holdîng. MUSÎAD jî van deman ava bû. Piştre Erbakan ASKON ava kir. 2005’an Guleniyan TUSKON, Menzîliyan TUMSÎAD ava kir. Ango cemeet ji esnaftiyê derketin û bûne komên sermayeyê ya rêxistinbûyî. Di pêvajoyê de guherîneke çînî bi wan re çêbû û çîna xw qevaztin. Şîrketên Îslamî li gel ku bi deh hezaran in jî giraniya wan a di nav ekonomiya Tirkiyeyê de zêde ne berbiçav e. Di montaj, sanayî û sanayiya giran de ne xweyî risekî girîng in. Di van qadan de mînak di montaja otomobîl, petrokîmya, çîmento, hesin-pola, îhracat, benqetiyê û sîgorta de Koç, Sabancî bi yekdestbûnê serweriya xwe ya sermayeyê ya kevneşopiyê didomînin. Ji bilî Koma Ulker (Yildiz Holdîng) sermayeya Îslamî navîncî ye. AKP bi pêşkêşkirina kanên dewletê ya ji bo şîrketên alîgir û bi destdanîna li ser şîrketên girêdayî TUSKON’ê û serwerîkirina sermayeya cemeetê, ne xwedî wê hêzê ye ku bikaribe avaniya aborî biguherîne. Bêyî ku dest li ser benqeyan, bazirganiya derve, sermayeya yek dest a febrîkayan deyne û derbasî polîtîkaya ekonomîk a dewletî bibe, ne pêkan e ku derbasî vê bibe.

RÊXISTINÊN MÎNA DAIŞ’Ê DIBE KU VALAHIYÊ DAGIRIN

Li Tirkiyeyê ji bo siberoja tevgera Îslamî tu yê çi bibêjî?

Li Tirkiyeyê tevgera Îslamî bi cemeetan û tevgera Gulen re ne sînordar e, hêberfirehtir e. Ji bilî van hin beşên Îslamî hene ku nêzî tevgera demokratîk in û muxalîfê hikûmetê de û dibêjin ew muxalîfê pergalê ne. Li Kurdistanê Kongreya Îslamî ya Demokrat, Nûriyiyên Kurd û li gel van Hîzbullah heye ku bi dewletê re di nav hevkariyê de ye. Belkî ya herî girîng jî ji 2000’an ve tiştekî nû yê ku li Tirkiyeyê nebû, heye; rêxistinbûyinên xwedan hişmendiya El Kaîde, DAIŞ’ê ku ji hêla dînamîkên Tirkiyeyê ve nayên birêvebirin. Divê siberoja van hemûyan mirov yek bi yek nîşqaş bike. Lê bi giştî mirov dikare pêşbîniyeke wiha bike: cemeetên ku şîrikên mezin ên AKP’ê ne, ji hêla sincî ve têk çûne û ji muxalîfbûnê derketine valahiyeke mezin bi xwe re anîne. Ev valahî di destpêkê de xuyanî nake. Ji ber ku hemû tevgerên Îslamî, ji bo ku hewceyî AKP’ê ne, naxwazin ziyanê bidinê. Piştî ku AKP bû desthilatdar bertekeke Îslamî ya ku davêje DYE, Israîlê, Rojava nîn e û ya pirgirêkên girseyên Tirkiyeyê tîne zimên. Ev ne rewşeke normal e û di Îslamiyan de dicive. Û cemeet, ji ber sedemên ku beriya niha min gotin, ji ber kêşeyên ku wê di nav wan de derkevin ji ber ku dilebikin, îhtîmaleke xurt e ku valahî ji hêla pêkhateyên nû ve, hişmendiyên nû ve were dagirtin. Cîhadîstên ku ji Sûriyê û Iraqê direvin jî têne Tirkiyeyê û zehmet e ku mirov bibêje ev ê çawa tevbigerin. Tevgera Îslamî bi teşeyên xwe yên cuda û hişmendiyên cuda demeke dirêj jî li Tirkiyeyê wê bibe parçeyek ji şerê çînayatiyê.