TÎB’ê 17. car DÎHA sansur kir
Êrîş û astengiyên li hemberî Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA)’yê berdewam dikin. TÎB'ê cara 17'emîn malpera DÎHA'yê ya înternetê sansur kir.

Êrîşên hikûmet û dewletê yên li ser çapemeniya azad û DÎHA'yê bê navber didomin. Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Tayyip Erdogan piştî 7'ê Hezîranê li dijî gelê Kurdistanê çapemeniya Kurd a azad şerê taybet daye destpêkirin. Li ser fermana Midûriyeta Giştî ya Karên Ewlehiyê ya Serokwezîrtiyê ji hêla TÎB'e ve malperên DÎHA'yê her roj tên girtin. TÎB'ê ku ji 24'ê Tîrmehê heta niha 16 caran malperên DÎHA'yê sansur kir, careke din malper sansur kir. TÎB'ê bi girtina malpera re www.diclehaberajansi.link re 17 caran malpera DÎHA sansur kir. Piştî şere taybet ê hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê malpera herî zêde rastî êrişa sansurê hat DÎHA ye.
EFJ û IFJ'ê banga lezgîn kiribûn. Rexistinên rojnamevanan ên navneteweyî EFJ û IFJ'ê banga lezgîn li Serokwezîr Ahmet Davutoglu kiribûn û xwestibûn zextên li ser medyayê bi dawî bikin.