Di nav de EZLN, Gundiyên Bêxak, xwendekar û tevgerên ciwana heyî li Kubayê, Brezîlya, Meksîka, Porto Rîko, Venezuella û Ekwatorê gelek rêxiistinan bi peyamên ku ji gelê Kurd û PKK’ê nivîsî, komkujiya Parîsê şermezar kirin.
Bertekên li dijî qetilkirina ji sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin didomin. Peyamên ku ji şeş welatên Latîn Amerîka hatin, komkujî şermezar kirin û piştgiriya bi tekoşîna azadiya Kurdistanê de vegotin.
MTS Tevgera Bêxakên Brezîlya: “ Ji bo Kongreya Netewî ya Kurdistanê, ji gelê Kurd û tevayî meclisên gelê Kurd re;
Em careke din gelên hatin perçiqandin yên ji bo azadiyê tekoşînê didin, rastî êrîşên hovane yên emperyalîzmê hatine bitundî şermezar dikin.
Em vê rêbaza çînên serdest yên li dijî kesimên bindest ku li her aliyê cîhanê ji bo azadiya xwe tekoşînê dikin, binefret şermezar dikîn. Bi rêya we ji Brezîlyayê em weke Tevgera Gundiyên Bêxak 9’ê Çileyê qetilkirina milîtanên ji Sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ku ji aliyê qatilên profesyonel ve hatine qetilkirin şermezar dikin.
Em bi israr daxwaz ji rayedarên hikumetê dikin ku di demek zûde lêpirsîna pêwîst bikin û bûyerê derxînin holê. Em hemû derdorên ji bo azadî, edalet û cîhanekî xweşik tekoşînê dikin vedixwînin ku, li dijî vê komkujiya hovane bibin yek.
Di van rojên bi êş de em piştgirî û piştevaniya bi gelê Kurd re didin diyarkirin.
“Xwediyên desthilatdariyê belkî bikarin du sê kulîlkan biqetînin, lê belê nikarin hatina biharê asteng bikin.” Weke Che Guevara gotî, em dê tu carî destûr nedin ku me bêdeng bikin!
Bi hestên rêhevaltiyê, silavên şoreşgerî.”
VENEZUELLA
Tevgera Jinan ya Partiya Sosyalîst ya Hevgirtiya Venezuellayê (PSUV), Tevgera Ciwana (PSUV), Tevgera Xwendekarên Zanîngeha Bolîvar, Eniya Antî-Emperyalîst ya Venezuellayê-Komîsteya Piştevaniya Kurdistanê:
“Weke ku Che Guevara jî dayî diyarkirin ‘Şoreşgerbûyîn ewe ku li kudera cîhanê be bila li wir be li dijî bêmafiyeke tê kirin xwe berpirsyar dîtine.’
Beriya niha di demek nêz de li Parîsê li cihekî navend sê jinên şoreşger hatin qetilkirin. Nemumkune ku mirov li himberî helwesta çapemeniya navnetewî ya bêxem û serûbin kirî ya li dijî komkujiyekî wiha matmayî nemîne.
Sê jinên ku em bi serbilindî bibîrtînîn; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe xelatî aştî, edalet û ji bo xatirê azadiyê, tekoşîna azadiya gelekî dîrokî yê hate perçiqandin û paşvero hate dîtin, kirin. Em weke evîndarên aştî, azadî û edaletê, li hemberî vê qetla li dijî sê jinên bê parastin hatiye kirin bêdeng namînîn.
Em tehemula terora dewletê ku bi vê rêbazê qirêj nakin. Em bang li tevayî cîhanê dikin ku, dengê xwe li dijî vê qetilkirina sê jinên şoreşger yên bêparastin ku li navenda bajarê weke landika şoreşê tê binav kirin, bilind bikin.
Em ji hikumeta Fransayê dipirsin: Li cihekî ku bê navber ji aliyê serwîsa veşartî ya Fransayê ve tê kontrol kirin û mirovên di nîva rojê de tenê dixwazin aktîvîteyên siyasî birêve bibin hatin qetilkirin çawa îzah dike?
Em ji dilê tekoşîn û serkeftina, yanî ji xakên tekoşîna azadiyê lê hatî birêve birin Bolîvar, Chavez, Correa û Moralesê hestên xwe yên piştevaniya bi gelê Kurd yê bira re tînin ziman. Weke helbestvanên şoreşger yê Venezuellayê Alî Prîmera gotî, “jinên ku di tekoşîna jiyanê de jiyana xwe ji dest dayîn, weke mirî nayên binavkirin. Ew hertim jiyan dikin.’”.
PORT RÎKO
Li ser nave Lijneya Rêveber ya Enya Sosyalîstên Netewî ya Porto Rîko, Komîsyona Têkiliyên Navnetewî ya Eniya Sosyalîst ya Porto Rîko:
“Ji bo PKK’ê û Gelê Kurd:
Daxwaza sersaxiya me ya ji bo sê rêhevalên we yên ji aliyê terora dewlê ve hatine qetilkirin qebûl bikin. Tekoşîna azadiya netewî ya ku hûn birêve dibin, ji bo me û tevayî gelên tekoşînê didin mînakek ya milîtantiyê ye.
Em weke Eniya Sosyalîstên Porto Rîko di heman demê de pêkûtiyên dij hiqûqî yên hikumeta Fransa li dijî şoreşgerên Kurd pêktîne şermezar dikîn. Pêkûtiyên polîs û serwîsa veşartî ya Fransayê ya li ser gelê Kurd cesaret daye celadan. Ji Karaîpê bo Kurdistanê bi hestên rêhevaltî û yeketiya tekoşînê… Bijî gelê Kurd! Bijî piştevaniya me ya enternasyonal!
MEKSÎKA Û KÛBA
Li paytextê Kûba Havanayê Yeketiya Xwendekarên Şoreşger yên Meksîkayê, Xwendekarên Zanîngehê yên Otonoma Netewî ya Meksîkayê, Yeketiya Xwendekarên Fakulteya Tibê ya Kûbayê, ELN Nûnertiya Eniya Rizgariya Netewî ya Kolombiya ku li Kûbayê ye, Nûnertiya Kûba ya EZLN komekî 70 kesî bi awayek komî name danîn ber balyozxaneya Fransayê:
“9’ê Çileya 2013’an ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku li Parîsê ji aliyê qatilên profesyonel bi çekên bêdeng hatin qetilkirin balê dikişîne.
Bibîrxist ku, heyeta dadgeran ya di bin serokatiya dozgerê Fransî yê antî-terorê Thierry Fragnolî bi salane sazî û Kurdên li Fransayê jiyan dikin dişopîne û pirsên “ Çawa dibe ku cihekî ew qas di bin kontrolê de di nîva rojê de cînayetekî wan çêdibe?”
Gotina Wezîrê Navxweyî yê Fransayê ya ‘Ev komkujiyekî nayê qebûl kirine’ bibîrxist û pirsên jêr pirsîn:
-Çawa dibe ku li cihek ew qas qerebalix yê Fransayê qatil yan jî qatilan bi şêweyekî rihet û xwînsar, aktîvîstên Kurd yên di bin çavdêriya serwîsa veşartî ya Fransayê de têne kuştin?
-Ne gengaze ku di vê mijarê de çi agahî di destê serwîsa veşartî ya Fransayê de nebe. Eger wisan be çima ji raya giştî û xizmên qatilan re nayê aşkera kirin?
-Di komploya li dijî siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn de çi rolê serwîsa îstîxbaratî ya Fransayê ku li gel îstîxbarata Tirkiyeyê di nava hevkariyê de ye, heye?
-Hûn dê careke din baweriya 150 hezar Kurdên li Fransayê jiyan dikin ku hejiyaye çawa qezenc bikin?
-Em komkujiyê şermezar dikin û em li bendê ne ku di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin.”
EKWATOR
Federasyona Rêxistinên Ciwanên Şoreşger yên Ekwatorê (Diabluma), Federasyona Rêxistinên Gelên Endîjen, Siyah û Gundiyên Ekwatorê (FENOCIN), Partiya Komînîst Ekwator (PCE), Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya Ekwatorê:
“15’ê Çileyê roja qetilkirina Tupak Katarî yê ji bo azadiya gelê xwe li dijî emperyalîzma Spanyayê tekoşîn dayî meşandine. Beriya çend rojan komkujiya ku em bawer dikin hikumeta Tirk ya faşîst yê li herêma we parêzvaniya berjewendiyên Bakûrê Amerîka û NATO’yê dike, kiriye; em hînbûn ku me sê hevalên xwe winda kirine.
9’ê Çileyê 2013’ê ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Fîdan Dogan û xebatkara tevgera ciwanên Kurdistanê Leyla Şaylemez bi çeka bêdeng li Buroya Enformasyona Parîsê bi awayek hovane hatin kuştin. Ev bûyer bê çaretiya terora dewleta Tirk ya li dijî tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd birêve dibe ye û ev xelekek ya zincîre înfazên bêdaraz yên terora dewleta Tirke.
Em weke rêxistin û saziyên navên wan li jor dayî diyarkirin, em vê terora dewletê şermezar dikin û bang kir ku,di demek nêz de berpirsyaran derxînin holê. Em bibîrtînin ku, birayên me yên Kurd yên rastî pêkûtiyên dewleta Tirk ne bitenê ye. Em îlan dikin ku, ew li gel tekoşîna bira û xwişkên Kurd yên li dijî faşîzma Enqereyê tekoşînê didin meşandinin.
Bi vê boneyê Rêberê dîrokî yê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan bi hevkariya Mosad, CIA û MÎT’ê ku di şibe gestaposuya Hîtler hate revendin û xistin girtîgehekî ku mafê mirovan tê binpêkirin, her wiha rastî tecrîdê tê, daxwaz dikîn ku ji demekê zûtir serbest berdin.
Em sersaxiya malbatên hevalên me, rêheval û gelê Kurd dikin û soz didin ku, em li gel tekoşîna we ya azadiyê ya li dijî emperyalîzmê ne.
Bi hestên piştveniya şoreşgerî silavan li gelê Kurd û rêbertiyê dikîn!”