Tevna berxwedanê ya li zindanan

Yek ji rojevên herî girîng ên li Tirkiyeyê 'berxwedana zindanan' e ku hîn dewam dike. 

Ev tevna berxwedanê ya kolektîf, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn.

Bi rêya şerê taybet hewl tê dayin ku ev berxwedan bê nixumandin, ji raya giştî re neyê eşkerekirin û bê krîmînalîzekirin. Lê tevî vê yekê jî nikare li pêşiya mezinbûn û belavbûna berxwedanê bibin asteng. Bêguman li zindanan 7 roj/23 saetan berxwedan heye.

Li 23 zindana, greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a 91 girtiyan dewam dike. Eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin, wê 300 girtiyên din bikevin greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger.

Ji bo rewşa niha bê fêhmkirin, hêja ye ku mirov bala xwe bidin ser rûdan û girîngiya berxwedana zindanan. Ev pêvajoya ku bi pêşengiya Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Ferhat û gelek mîna wan dest pê kir, asta jiyan û îradeya azad e! Di nava ti tevgerê de nehatiye dîtin ku berxwedana li zindanan bûye kevneşopî û konferansên vê hatine kirin. Ev rewş bi tena serê xwe hêjayî lêkolînê ye.

Wê çaxê em bipirsin!

Tevgerek çima pêwîstiyê pê bibîne ku konferansên berxwedana zindanan pêk bîne?
Vê yekê çima di demeke zû de, sala 1991'ê li dar bixe?

Ocalan bi gotina "Kurdê hatiye zindanîkirin, Kurdê daxwaza tinekirina wan tê kirin e" bersiva vê yekê dide. Ji ber ku Kurd li vê derê ji rastiya xwe tê dûrkirin, ya jî tê tinekirin.

Ocalan bi dewamî dibêje, "Dijmin ya tine dike, ya jî li gorî berjewendiyên xwe tasfiye dike û vediguherîne. Ev yek bi reformîzmê dest pê dike û digihêje heta rêxistinbûneke nokeriyê ya vekirî ya jî veşartî, ya jî ber bi meyleke wiha ve tê birin. Dema ku mirov tecrûbeya sedan salan a dijmin a li ser tinekirin û teslîmgirtinê binirxînin, hingî eşkere dibe ku wê çi li ser PKK'ê ferz bike. Ev yek rastî ye û xurt e. Beriya her tiştî divê ev yek weke daneyekê bê dîtin û dijmin bi rengekî din neyê nirxandin. Rastiya dijmin ev e."

Tinekirin rastiya dewletê ye. Daxwaza bê dawî û xwesteka siyaseta dewletê ye dawî lê nayê.

Yên ku di dema faşîzma 12'ê Îlonê de li zindana Amedê bûn, aliyê herî giran ê rastiya tinekirinê bi şêweyekî hovane dîtin. Di nava formeke wiha antî-jiyanê de tenê tiştek hebû ku dikarîbû bihata kirin: Berxwedan. Ew şîdet û nebaşî bi rengekî din nikarîbû bihata eşkerekirin.

Ji ber vê yekê, mirov dikarin bêjin ku "Berxwedana zindanan ji bo eşkerekirina nebaşî û hovîtiya heyî ye."

Di kevneşopiya berxwedana zindanê ya Kurdan de 3 qonaxên girîng hene.

Ya yekemîn: têkoşîna li zindana Amedê ya li dijî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê ye.
Ya duyemîn: têkoşîna Ocalan a li Îmraliyê ye.
Ya sêyemîn: Têkoşîna sala 2012'an a li zindanan e.

Ev her sê serdem, li gel aliyên xwe yên dişibin hev, ji aliyê giştî ve ji hev cuda ne. Xala bingehîn a cudahiya van her sê serdeman, armancên zilm, zordarî û êşkenceya faşîst-mêtinger e. Hem serdemên xwe, hem sedemên wê, hem jî rastiya ku derketine holê ji hev cuda ne. Di maneya giştî de, hemû jî polîtîkayên dewletê yên li ser mirinê tên meşandin û rûyê rastî yê hikumetan radixin pêş çavan.

Gelek zor û zehmetiyên giran derketin pêşiya berxwedanên li zindanan. Xwestin ku tiştên gelekî giran bînin serê wan. Weke mînak; di Rojiya Mirinê ya Mezin de (14'ê Tîrmehê) lixwekirina kincê ji yek rengî liwan ferz kirin, bi rêya şebekeyên navxweyî û derve xwestin wan kontrol bikin û bi zorê grevê bidin qedandin. Bi kurtasî xwestin tasfiye bikin. Lê belê bi ser neketin. Tevî 40 sal di ser re derbas bû jî negihiştin armanca xwe û hînê gelekî dûrî vê armancê ne.

Wê çaxê mirov dikare di vir de tespîteke din a girîng bikin:

"Berxwedana zindanê tê wateya dewamiya Tevgera Azadiyê ya Kurd."

Niha bi deh hezaran kes li zindanê ne. Dewlet her roj dest bi çêkirina zindaneke nû dike, yeka nû vedike û pesnê xwe bi vê dide. Mîna ku mizgîniyekê bidin, hewl didin vê yekê pêşkêşî Kurdan bikin. Xuya ye polîtîkayên dewletê yên li ser vê mijarê xwe nû dikin. Pêwîstiyê bi vê dibînin! Ji sala 2018'an û pê ve vegera li êşkenceyên giran û kiryarên li derveyî mirovahiyê, êşkenceyeke ji nişka û demkî nîne. Bi rêk û pêk e.

Ji bo tespîta sêyemîn û ya dawî jî mirov dikarin bêjin, kevneşopiya berxwedana zindanê helwesteke 'pîvanî' ye.

Du pîvanên bingehîn ên dîroka me ya berxwedana zindanan hene.

Ya yekemîn û bingehîn, tespîteke Ocalan e. Ocalan wiha dibêje, "Dijmin du sîle li min xist, ez ê wan sîleyan qet ji bîr nekim û timî hewl bidin tola wan sîleyan hilînim!"

Ev gotin, pîvana bingehîn a berxwedana zindanan e. Li hundir an jî derve, pîvan ev e.

Ya duyemîn daxwaza dawî ya Hayrî Dûrmûş e ku digot, "Li ser gora min binivîsînin ku deyndar e!" Ev jî pîvana duyemîn e.

Bi fêhmkirina van her du pîvanên bingehîn, berxwedana zindanan dikare were fêhmkirin. Eger li ser bingeha van her du pîvanan berxwedana zindanan a heyî were fêhmkirin û xwedî lê bê derketin, hingî dengê berxwedêran dikare bê bilindkirin û berxwedana wan bê biserxistin.