Tevgera leşkerî didome
Tevgera leşkerî didome
Tevgera leşkerî didome
Ligel pozîsyona vekişîna gerîlayan ji 8’ê Gulanê destpêkiriye jî artêşa tirk li qadên vekişînê bi balafiran keşfê dikin. Faliyetên îstîxbaratê û girtina giran didome.
Di rojên berê de artêşa tirk hewl dabû ku girê Şehîd Kendal yê girêdayê Heftanînê ya li Qadên Parastina Medyaye bigire û li ser vê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk de pevçûn derketibû.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa tirk bi mudaxaleya gerîlayan vekişiyaye û vê carê jî bo ku îstîxbaratê berhev bike, hinek gundî bi hinceta berhevkirina giha dişîne ereziyan.
Gelê kurd bertek nîşanê artêşa tirk ya ku nokteyên leşkerî girtine ya li qada çolterê ya Kanîreşa Çewlikê da û kulubeyên cerdevanan yên li qadê hatibûn avakirin dan ber agir. Li gorî çavkaniyên herêmî artêşa tirk, cihê ku kulubeyên leşkeran lêne bi wesayîtên zirxî girtine.
Her wiha roja duşemê li qada Şehîd Kendal ya Amêdê ya Şehîd Navdar artêşa tirk bi balafiran keşf kir. Heman rojê saet di 12.00’an de li qada Akdag du helîkopterên tîpa Kobra keşf kir.