Tevgera jinan a Kurd êrîşa li dijî Lîvh şermezar kir

Tevgera jinan a Kurd êrîşa li dijî Lîvh şermezar kir

Tevgera Jinan a Kurd, êrîşa li hemberî seroka koma şaredariya Stockholmê partiya Çep û seroka Foruma Çep a Navnetewî Ann Margareh Lîvh şermezar kir û diyar kir ku ev polîtîkaya qirkirinê ya li dijî têkoşîn û berxwedana jinê ye.

Roja çarşemê li paytexta Mogadîşu ya Somaliyê, wesayîta ku nûnerên partiya Çep dibirin rastî gulebaranê hat û nûnerê rêxistina ciwanan a partiya Çep Abdîrahîm Hassan jiyan xwe ji dest da û seroka koma şaredariya Stockholmê partiya Çep û seroka Foruma Çep a Navnetewî Ann Margareh Lîvh birîndar bû. Tevgera jinan a Kurd a Navnetewî der barê vê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev polîtîkayeke qirkirinê ya li dijî têkoşîn û berxwedan jinê ye.

Her wiha gotin ku Swêd welatekî ku wekê ku mafê runiştinê dide îltîcayên Somaliyê tê zanîn û got: “Ev êrîşa li Ann Magareh Lîhvh ku ji bo hinek hevdîtinan bike çibû Somaliyê pêkhatiye, ne li hemberî nasnameya wê ya ewropayî, li hemberî  nasnameya wê ya berxwedêr ya jinê pêk hatiye.

Di daxuyaniyê hat gotin ku Ann Margareht Lîvh dosta kurdane û got bertekên xwe yên li dijî komkjiya Rojava her tim aniye ziman.

Di dawiya daxuyaniyê ji Lîvh re şîfa hat xwestin û got ew her tim ligel têkoşîna hevparin.