Tevgera Gel a Sûdanê daxwaza hikumeteke sivîl dike

Tevgera Gel a Sûdanê, zexta xwe ya li ser artêşê zêde dike ku piştî têkçûna dîktatoriya Omer El Beşîr a 30 salan dest danî ser rêveberiyê. Tevgera Gel çalakiya rûniştinê didomîne û dixwaze hikumeteke sivîl tavilê ava bibe.

Di encama çalakiyên protestoyî de ku bi mehan dom kir, 11'ê Nîsanê roja Pêncşemê rejîma Omer El Beşîr têk çû. Omer El Beşîr jî di nav de rayedarên hikumetê hatin girtin. Rêveberiyê du sal weke dema derbasbûnê diyar kir û dest danî ser rêveberiyê.

Gelê Sûdanê li dijî vê yekê li ber biryargeha leşkerî ya li Hartumê çalakiya rûniştinê dike. Tevgera Gel bang li rêveberên leşkerî yên nû kir ku desthilatdariyê tavilê radestî hikumeteke sivîl bikin.

Ji lîderên Tifaqa Guhertin û Azadiyê Omer El Dîgeîr ku tevgera wan ji 19'ê Kanûnê ve li welêt deng vedide, roja Yekşemê daxuyaniyek da û got, "Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin em ê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin."

Konseya Leşkerî ya dema derbasbûnê jî ku dest daniye ser rêveberiya welêt, xwe da ber daxwazên çalakgeran. Generalan li partiyên siyasî kirin ku li ser Serokwezîrekî serbixwe li hev bikin.

Ji endamên Konseya Leşkerî general Yaser el Ata li Hartumê bi partiyên siyasî re civînek pêk anî û got, "Em dixwazin dewleteke sivîl a ku li ser azadî, edalet û demokrasiyê ava bûye bixin meriyetê."

Wezareta Karên Derve ya Sûdanê ragihand, serkêşê desthilatdariya leşkerî ya nû general Abdul Fettah El Bûrhan soz daye ku hikumeteke sivîl bê avakirin, lê belê demek ji bo vê yekê eşkere nekir.

Wezaretê diyar kir, "Rola Konseya Leşkerî wê pêkanîna serweriya welêt be."