TEV-DEM: PDK li dijî yeketiya kurdan tevdigere
TEV-DEM: PDK li dijî yeketiya kurdan tevdigere
TEV-DEM: PDK li dijî yeketiya kurdan tevdigere
TEV-DEM diyar kir ku, PDK bi pêkanînên xwe li dijî yekîtiya kurdan tevdigere, şerê qirêj dide meşandin, lewre êdî pirsgirêk veguheriye şerê di navbera xeta berxwedanê û teslîmkariyê de. TEV-DEM'ê bal kişand ku, ji ber vê yekê ew dê helwesta xwe ya derbarê sînor de di ber çavan re derbaz bike.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî astengkirina alîkariayên mirovî ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nahêle derbazî Rojava bibin û qedexekirina derbazbûna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a di Deriyê Sêmalak re, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di demeke ku Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaz dibe û şoreşên gelan bandora xwe li nexşe û pîvanên Rojhilata Navîn dikin de, gelê Kurd jî li Rojava destkeftiyên mezin bidest xistine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, gelê Kurd sazî û dezgehên xwe, her wiha ji bo parastina destkeftiyên xwe, jiyana hevbeş û biratiya gelên herêmê hêza xwe ya leşkerî jî ava kirine. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, gelê Kurd ji bo çareserkirina hemû cureyên pirsgirêkên Sûriyeyê sîstema xweseriya demokratîk pêşkêş kiriye, li aliyê din jî ji bo ku pirsgirêka Kurd di qada navnetewî de bê nîqaşkirin û çareserkirin, hewldanên siyasî û dîplomasî dane meşandin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê hêzên navnetewî ji bo pêkanîna civîna Cenewre-2 li hev kirine û hate gotin ku, tevlîbûna kurdên Rojava ya bi şandeyeke serbixwe û li ser navê Desteya Bilind ku hemû kurdan temsîl dike jî hatiye rojavê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di rewşek wiha de herêmên Rojava rastî êrîşên hovane yên komên çete yên girêdayî El- Qaîdeyê tên û wiha hate domandin: "Di vê demê de herêmên me rastî êrîşên komên çete yên El-Qaîde tên, dîsa ambargoya dijwar a ji aliyê rejîma Baas, komên çete, Tirkiye û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve dom dike."
'PDK LI DIJÎ YEKÎTIYA KURDAN TEVDIGERE'
Di daxuyaniyê de helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) hate rexnekirin û ev tişt hatin gotin: "PDK'ê hikûmeta Başûrê Kurdistanê xistiye destê xwe, bi riya saziyên xwe yên çapemeniyê êrîşan pêk tîne. Ji bo ku yekîtiya kurdan têk bibe û karê Desteya Bilind a Kurd betal bike, şerê qirêj dimeşîne. Bi vê yekê mudaxeleyî Rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze destkeftiyên gelê Kurd, saziyên Rojava yên rewa bê bandor bike, her wiha ewlekarî û aramiya herêmên Rojava têk bibe. Ji ber vê yekê Deriyê Sînor ê Sêmalka û sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kuridistanê de ji bo bazarên xwe yên siyasî bi kar anîne û xwest îradeya gelê Rojava ya azad têk bibe."
'PDK ALÎKARIYÊN MIROVÎ ASTENG DIKE’
Li ser astengkirina alîkariyên mirovî jî di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, rayedarên PDK'ê rê nedaye saziyên mirovî alîkariyan derbazî Rojava bikin û wiha hate domandin: "Ne hiştin ku pêdiviyên mirovî û alîkariyên tenduristî derbasî Rojava bêne kirin. Ji mehekê ve gelek alîkariyên ku ji jeneratorên ceyranê, alavên tenduristî, derman, madeyên xwarinê û hwd. Pêk tên û ji aliyê saziyên mirovî ve ji bo Rojava hatine şandin, hatine astengkirin."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, destûra heyetên sivîl, herêmî û navnetewî ji nehatiye dayîn û hate gotin ku herî dawiyê rêveberiya Başûr nehiştiye ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim derbazî Başûr bibe."
'ŞERÊ XETA BERXWEDANÊ Û TESLÎMKARIYÊ'
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, kiriyarên PDK'ê xizmeta doza gelê Rojava û hemû Kurdistanê nakin û ev tişt hatin gotin: "Ev kiryar li dijî exlaqê siyasî û mirovî ne. Ji ber vê yekê emê helwesta xwe ya derbarê deriyê sînor û sînorê di nava Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji nû ve di ber çavan re derbaz bikin û rê li ber kiryarên li dijî miroviyê bigirin . Ev pêkanîn ji rêzê nînin. Êdî bûye şerê di navbera xeta berxwedanê ku gelê Kurd nîşan daye û xeta teslîmkariyê û diziya îradeyan a ku xwe li ser hêzên derve ava kiriye de."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû sazî û dezgehên Kurdistanê hate kirin ku, li dijî van kiriyaran helwesta xwe nîşan bidin û piştgiririya şoreşa Rojava bikin.