Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

TEV-DEM li Forûma Demokrasiyê ya Cîhanê ye

Li ser navê Rojava, endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di Forûma Demokrasiyê ya Cîhanê de amade ye. Xelîl diyar kir ku ew ê bi beşdarên forûmê û rayedarên Konseya Ewropayê re hin hevdîtinan bike.

Li ser navê Rojava, endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di Forûma Demokrasiyê ya Cîhanê de amade ye. Xelîl diyar kir ku ew ê bi beşdarên forûmê û rayedarên Konseya Ewropayê re hin hevdîtinan bike.

Forûma Demokrasiyê ya Cîhanê bi merasîma vekirinê ya fermî destpê kir. Li ser navê Rojavayê Kurdistanê, endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di forûmê de amade ye.

Forûmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di komkujiyên DAIŞ'ê yên li Parîs, Enqere û Beyrûdê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Anne Braseûr, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjorn, Komîserê Mafên Mirovan ê KE Nîls Mûîznîeks, Wezîrê Karên YE yê Fransayê Harlem Desîr û Şaredarê Strasboûrgê jî di nav de ji gelek welatên cîhanê lîderên siyasî, akademîsyen û nûnerên saziyê civakî yên sivîl amade ne.

ROJEVA BINGEHÎN 'AZADÎ Û KONTROL' E

Rojeva bingehîn a forûma îsal 'azadî û kontrol' e. Ji 50 welatan bi qasî hezar 500 kes beşdarî forûmê dibin. Lîder, rûpsî, aktîvîst, xwendekar, mamoste, akademîsyen, nûnerên kargehan, hiqûqnas, nûnerên mafên mirovan û rojnamevanên beşdarî forûmê bûne wê pirsgirêk û tecrûbeyên li welatên xwe bi beşdaran re parve bikin.

Di forûmê de tevlî rewşa rojane û şerên li cîhanê, wê mijarên; demokrasî, ewlekarî, êrîşên cîhadperestan, tundparêzî, rîskên aborî, xeteriyên teknolojîk, koçberî, diyaloga navbera olan, pêşhukm, pirsgirêkên hawirdorê, polîtîkayên li ser erdnîgariyê û perwerde bên nîqaşkirin. Êrîşên terorê yên li Parîsê û helwesat civakan a li hemberî vê divê were nîşandan, tê payîn ku ji mijarên di forûmê de bên nîqaşkirin be.

Pirsên "Di civakeke demokratîk a bi gefê re rû bi rû ye de hevsengiya navbera ewlekarî û azadiyê çawa dikare bê parastin?", "Demokrasî li dijî psîkolojiya tirsa terorê dikarin çi bikin?", "Bêyî binpêkirina mafên mirovan û azadiyan, li hemberî rîska ewlekariyê dikare têkoşîn bê meşandin?", "Cih û rîska şoreşên dîjîtal di nava ewlekariyê de?" li atolye û komên xebatê yên jêrîn wê bên bersivandin. Di çarçoveya forûmê de, tevî rûniştinên li avahiya KE, navenda bajarê Strasboûrgê jî di nav de wê li gelek deveran fîlm bên nîşandan, pêşangeh bên vekirin, konferans û konser bên lidarxistin.

XELÎL WÊ HIN DANÛSTANDINAN BIKE

Xelîl der barê xebatên xwe yên li forûmê de agahî da ANF'ê û anî ziman ku ew ê bi beşdarên forûmê û hin rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtinan bike. Xelîl ragihand ku weke TEV-DEM'ê ew girîngiyê didin têkiliyên navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî ya cîhanê û da zanîn ku komkujiya DAIŞ'ê ya li Parîsê pêk anî, mora xwe li vekirina forûmê xist.

Xelîl got, "Em ê jî di hevdîtinên li vê forûmê de têkoşîn û daxwazên xwe bilêv bikin" û anî ziman ku ew ê îro danê êvarê li Strasboûrgê beşdarî civîneke gel bibe.

...