BI DÎMEN

TEV-ÇAND’ê êrîşa Enqereyê li Qada Dom protesto kir

Bi armanca bîranîna kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û şermezarkirina êrîşê Koma Dengê Xweza û jinên girêdayî TEV-ÇAND’ê li Qada Dom bi gel re konserek dan.

Bi armanca bîranîna kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û şermezarkirina êrîşê Koma Dengê Xweza û jinên girêdayî TEV-ÇAND’ê li Qada Dom bi gel re konserek dan. Jinan hem li erbaneyê dan û hem jî stran gotin. Jinan vê carê li şûna melodiya “Bîngol Şewitî”, “Enqere Şewitî” lê dan.

Tevî hewaya sar û baranê jî gel hunermendên xwe bi tenê nehiştin û piştgirî dan çalakiyê. Di konsera ku Elmanan jî eleqeyeke zêde nîşan dan, belavokên bi Elmanî hatin xwendin û belavkirin.

Ji hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Sosin der barê armanca çalakiyê wiha axivî: “Her çiqasî gelê Kurd destên xwe ji bo aştiyê dirêj jî dike, dijminên gelê Kurd ev li Amed, Pirsûs û herî dawî li Enqereyê bi komkujiyan bersivand. Em hunermendên jin ên Kurd ên girêdayî TEV-ÇAND û Koma Dengê Xweza ji bo vê komkujiyê şermezar bikin li Qada Dom a Kolnê ne.

Em îro li vir bi taybet Erdogan protesto dikin. Ji ber ku ew bi xwe dijmintiyê bi gelê Kurd re dike. Em vê komkujiyê careke din şermezar dikin û em aştiyê dixwazin.”

Çalakiya ku heta saetên êvarî dewam kir bi dirûşma, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

...