Terora polîsan konser da qedexekirin

Terora polîsan konser da qedexekirin

Ji terora polîsan, ne tenê gel û dikandaran, hunermendên şoreşger jî para xwe dîtin. Derket holê ku konsera Hunermendên Muzîka Protest ÛgÛr Karataş û Erdal Bayraktar a li Qada Bariş a Mersînê diviyabû di 25'ê Hezîrana sala 2013'an de bihata lidarxistin, ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Yenîşehîrê ve hatiye qedexekirin. Hunermend Ûgûr Karataş da xuyakirin ku beriya mehekê ji bo konserê destûra hatiye girtin, lê berpirsyarên organîzator ên Vîtamîn Dûraklari li Emniyetê dokûmanek bi wan re hatiye morkirin û nîşan didin ew ji lidarxistina vê konserê vegeriyane.

Karataş bûyerên di 22'ê Hezîranê de gava ji bo amadekariyên konserê çû Mersînê bi serê wî de hat, weha anî ziman: "Qada Barişê ya konserê lê bihata lidarxistin, ji aliyê TOMA û hêzên taybet ên polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Destpêkê min fêm nekir ka çi bûye. Gava min pirsî, ji min re gotin dest li Parqê hatiye werdan. Min jî got dibe ku ev rewşeke demborî be û ez çûm otelê.

REKLAM DALIQANDIYE, LÊ KONSER QEDEXE YE

Dema roja din ez çûma parqê, min dît ku vê carê qad bi temamî hatiye dorpêçkirin û li gel hatiye girtin. Gava min ji polîsên li wê derê bihîst konser hatiye qedexekirin, ez bi telefonê li berpirsyarên Vîtamîn Dûraklari yên organîzatorên konserê geriyam. Ji wan re jî heta wê saetê tiştek nehatibû gotin. Rewşa balkêş a bûyerê jî ew e, ku li bîlboardên Mersînê reklamên konserê daliqandî bû.

Berpirsyarên Bînyapi yên organîzatorên konserê, dema ji bo fêmkirina qedexekirina konserê çûn Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Yenîşehîrê, li gel hebûna dokûmanta destûrê ya konserê, bi zorê bi wan re dokûmantek hat îmzekirin ku ew bi daxwaza xwe ji lidarxistin konserê vedigerin."

Karataş ragihand ku konser ji ber helwesta kêfî ya polîsan pêk nehatiye û got, "Yên ku nikarin xwe li gel rabigirin, dest li konserên me didin. Coşa 30 hezar kesên li wê derê, çima polîsan bêzar dike?"