Terora dewletê li gelek bajaran hatin şermezarkirin

Terora dewletê ya li Amedê li hember siyasetmedar û aktivîstên Kurd, li gelek bajaran hatin protestokirin.

Vê sibehê di çarçoveya oprasyonekê de li Amedê aktîvîst û siyasetmedar hatin destgîrkirin. Li gelek bajaran destgîrkirina siyasetmedaran di daxuyaniyên çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Em ê qet serê xwe li ber zextên we netewînin. Her ku hûn bi ser me ve werin, em ê bi hêztir bibin. Hevalên me li tavilê berdin.”

AMED

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DKAP) li ber avahiya Komeleya Jinan a Rosa ku rêveberên wê hatin destgîrkirin daxuyanî da çapemeniyê. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama DKAP’ê Arîn Zumrut axivî û diyar kir ku her dem jin dibin armanca êrişan û got: “Ligel şewba koronayê jî hûn dayika 75 salî destgîr dikin. Hevalên me jin binçav dikin. Hûnê nikaribin peşkê li têkoşîna me bixin. Her ku hûn arasteyî me bibin em ê jî û têkoşîna me wê bi hêztir bibe.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî axaftinek kurt kir û got ew ê li dijî zextan têkoşîna xwe mezintir bikin.

RIHA

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî daxuyanî da çapemeniyê û destgîrkirin aktîvîstên jin û siyasetmedaran şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Pirsûsê pêk hat û parlamenter Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes beşdar bûn. Parlamnter Surucu axivî û destnîşan kir ku wê kes nikaribe têkoşîna wan têk bibe û got: “Em ê heta dawiyê li dijî zextên têbikoşin. Em ê serê xwe li ber zextên we netewînin û em ê bi têkoşîna xwe bersiva web idin. Em ê hin bêtir bibin xelek û têkoşîna xwe xurttir bikin. Demildest hevalên me berdin. Hûn li ber têkçûnê ne.”

ŞIRNEX

Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Cizîr û Silopya yên Şirnexê jî destgîrkirin şermezar kirin. Hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç got wê tu zext nikaribin têkoşîn û piştevaniya jinan asteng bike.

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî binçavkirinan şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat û rêveberê HDP’ê Şîrîn Çelebî axivî û wê operasyonên AKP’ê nikaribin wan bêzar bikin.

ENQERE

Platforma Jinan Enqereyê jî têkildarî binçavkirina çalakvanên jin û siyasetmedaran daxuyaniyek nivîskî da û operasyon şermezar kir û xwest ku aktîvîstên jin û siyasetmedar li tavilê werin berdan.

DÎLOK

Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî daxuyaniya çapemeniyê da û bertek nîşanî destgîrkirinê da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê pêk hat û Hevseroka HDP’a Dîlokê Songul Koçdag axivî û xwest siyasetmedar werin berdan û got wê tu tiştek nikaribe têkoşîna jinan û gelê Kurd asteng bike.