Terora dewleta Tirk li Sydneyê hat protestokirin

Terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li bajarê Sydney ê Avûstralya bi girseyî hat protestokirin.

Terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li bajarê Sydney ê Avûstralya bi girseyî hat protestokirin.

Çalakî li pêşiya Martîn Place û Kanal 7 çêbû. 

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Brûsk Aeîverî di çalakiyê de axivî, wiha got: “Em ê li hember qetlîamên dewleta AKP’ê û çeteyên wê yên li ser Kurdistanê dimeşîne bê deng nemînin.”

Li ser navê Sosyalîst Allîance jî Tony Dîego axivî, got di navbera kiryarên dewleta AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê û yên DAIŞ’ê yên li ser Rojava ti cudahî tineye. Wiha anî ziman: “Duh me çawa piştevanî ji bo Rojava û Kobanê nîşan da, îro jî heman piştevaniyê em ê ji bo gelê Amed û Botanê nîşan bidin.”

Girseyê piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xist. Piştî sirûda, “Çerxa Şoreşê” hat gotin, çalakî bi dawî bû.

...