Terora binçavkirinê: Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin, yek jê rojnamevan e

Li Îzmîrê polîsên Tirk avêtin ser malan, 4 kes binçav kirin ku yek ji wan rojnamevan e.

Dewleta Tirk van rojên dawî dest bi binçavkirinan kir. Roja Sêşemê operasyonên ku navenda wê Amed bû herî kêm 25 kes hatin binçavkirin û roja Çarşemê jî li Îzmîrê serdegirtin çêbû.

Di serdegirtinan de nûçegihana rojnameya Mucadele Bîrlîgî Lutfiye Bûrcû Kara jî tê de 4 kes hatin binçavkirin.

Polîsan dest danîn ser amûrên wek computer û telefonan. Li kesên ku hatin binçavkirin 24 saet qedexeya hevdîtina bi parêzaran re hate danîn.

Polîsan di serdegirtinan de deriyê nûnertiya Mucadele Bîrlîgî şikandin û di hundir de lêgerîn kirin. Di lêgerînê de dest danîn ser arşîv û pirtûkan.

Hate diyarkirin ku binçavkirin di encama lêpirsîna ku bi hinceta şahidê veşartî de hatiye destpêkirin. Li gel vê hate gotin, di nav tewanbarkirinê de “belavok belavkirin, tevlî bîranîn û daxuyaniyên çapameniyê bûyîn û li ser dîwaran nivîs nivîsandin” hene.