Teqîna li refîneya li Îzmîrê TAK’ê girt ser xwe
Teqîna ku 11’ê Cotmehê li refîneya TUPRAŞ a li Îzmîrê pêk hat TAK’ê girt ser xwe.
Teqîna ku 11’ê Cotmehê li refîneya TUPRAŞ a li Îzmîrê pêk hat TAK’ê girt ser xwe.
Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK)a ku li ser malpara xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Teqîna ku 11’ê Cotmeha 2017’an li Refîneya Îzmîr a TUPRAŞ’ê pêk hat ji aliyê Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ve pêk hatiye. Daxuyaniyên nûnerên TC’ê yên têkildarî mijarê ku mîna di encama ‘qeza, tengbûn gazê’ de pêk hatiye ti rastiya wê nîne. TC weke çalakiyên me yên din, dîsa di çarçoveya şerê taybet ê pîskolojîk ziyana di warê aborî de derketî pêş dixwaze veşêrin.
Bila baş bê zanîn ku ev çalakiyeke û ji aliyê TAK’ê ve pêk hatiye.
Yên ku keda gelên hejar dagir dikin û didizin; yên bazarên bi rejîma faşîst re dikin, yên zilmê dikin hûn ne li mal û ne li ser karê xwe di nava ewlehiyê de bin. Em her kesên ku dixwazin li ser xaka TC’ê dixwazin kar bikin carekî din hişyar dikin, didin diyarkirin ku dor hatiye wan, bi vê wesîleyê bibîra wan tînin.”