Tengasiyên Erdogan

Ji têkçûna komên wê yên çekdar heta têkçûna projeya wê ya siyasî,  ji xwe têkçûna cêwiyê AKP'ê DAIŞ'ê em jibîr nekin. Lewre di pêvajoya aloziya Sûriyê de Tirkiye û Erdogan her di nava tengasiyê de ne.

Ev 7 sal in dewleta tirk a dagirker li Sûriyê her têk diçe.

Ji têkçûna komên wê yên çekdar heta têkçûna projeya wê ya siyasî,  ji xwe têkçûna cêwiyê AKP'ê DAIŞ'ê em jibîr nekin. Lewre di pêvajoya aloziya Sûriyê de Tirkiye û Erdogan her di nava tengasiyê de ne.

Tirkiye ku ji ber hevkariya Amerîka ya bi Kurdan re xwe avêt hembêza Rûsiyayê û xwe wekî aliyekî di koalisyona Rûsî, Îranî, Sûrî de dît, herî dawî li Îdlibê diyar bû ku Rûsya ji xwe Tirkiyê bi kar tîne, dema ku hêzên rejîma Sûriyeyê û milîsên alîgirên wê sînorên ku li Astana hatibûn xêz kirin derbas kirin.

Pê ve girêdayî helwesta zelal a Amerîka derbarê piştgriya bi Hêzên Sûriyeya demokratîk û projeya wê ya siyasî û gavên eşkere ên piştgriya vê projê, Erdogan xiste tengasiyek din.  Nexasim piştî serdana şandeyek ji dîplomatên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Bakurê Sûriyeyê re.

Dîsa diyar e ku hewldanên Erdogan ên dûrxistina nûnerên Bakurê Sûriyeyê ji civîna Soçî li ber ba çûn ku hevserokê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl duh ji Reutersê re tekez kir ku wan vexwendina beşdarbûna Soçiyê girtine, vê jî tengasiyek din ji sultanê osmanî re çêkir.

Ji xwe serketina qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û herikîna gel a ser sindoqan roja 1'ê Kanûnê û nêzîkbûna lidar xistina qonaxa 3'ê. Ji wan hilbijartinan tirsa Erdoganê diktator ji vê pergala demokratîk zêdetir kir.

Bi rûdana van geşdanan Erdogan ji bo vê tengasiya xwe derbas bike dîsa dest bi daxuyaniyên ji xwe mezintir kir. Carek got wê Efrînê ji kokê de rake, wê Minbic bi erdê re bike yek û îcada herî dawî ku serokê AKP'ê gihayê ku hefteyek muhlet da şervanên YPG'ê da ku Efrîn radestî artêşa wî ya dagirker bikin. Lê parêzvanên Efrînê li benda muhleta Erdogan neman û bersiva xwe ya 7 salan carek din nû kirin û gotin, "Efrîn wê nebe ya dagirkeran, wê her a azadîxwazan be..."