Tenê 4 parêzerên Ocalan serbest hatin berdan

Tenê 4 parêzerên Ocalan serbest hatin berdan

7'emîn rûniştina doza 16 jê girtî 50 parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yên dihatin darizandin hat dîtin. Di rûniştina îro de 4 parêzerên Ocalan serbest hatin berdan.
7'emîn rûniştina doza 16 jê girtî 50 parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji doza KCK'ê dihatin darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.

Di rûniştina îro de parêzerên Ocalan Mehmet Sanî Kizilkaya, Asiye Ulker, Muhdî Oztuzun û Bedri Kuran serbest hatin berdan. Daxwaza parêzeran a bila Rêberê gelê Kurd Ocalan jî wekî şahid bê guhdarkirin hat redkirin. Rûniştina dozê taloqî 8'ê nîsana 2014'an hat kirin.