Tendurek:Heta azadiya Rêber Apo emê têkoşîna xwe bimeşînin
Tendurek:Heta azadiya Rêber Apo emê têkoşîna xwe bimeşînin
Tendurek:Heta azadiya Rêber Apo emê têkoşîna xwe bimeşînin
Meşa Çareseriya Demokratîk ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara KCK’ê didome. Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sabrî Tendurek, diyar kir ku hêzên ji bakur vekişiyane bi awayekî saxlem gihiştine qada Başûr.
Tendurek got ew wek tevger li dijî her îhtîmalî amadene û wiha pêde çû: “Serkeftina me bi şer destxistiye em dê di pêvajoya siyasî de jî bînin cih. Di pêvajoya şer de, çawa ku me ji bo azadiya serokatiya xwe têkoşîn da em dê di pêvajoya çareseriyê de jî ji bo azadiya serokatiya xwe û gelê xwe têbikoşin.
Tendurek der barê asta gihiştina meşa gerîlayan de ji ANF’ê re axivî.
HÊZÊN ME YÊN BAKUR BI BAŞÎ GIHIŞTIN QADA BAŞÛR
Tendurek da zanîn ku rêvegeriya tevgerê di 25’ê Nîsanê de ji rayagiştî re vekişîn îlan kir û di 8’ê Gulanê de jî destpê kir û got: “Vekişîn didome. Çapmenî ji nêz ve dişopîne. Bê guman komên me yên Bakur bi silametî gihiştin cihê xwe. Em hemû dizanin, hevalên me li ser banga serokatiyê dest bi meşê kirin.”
HÊZÊN HPG’Ê HEM BO ŞER Û HEM JÎ BO PÊVAJOYA SIYASÎ AMADE YE
Tendurek destnîşan kir ku hêzên wan bi tecrubene û got: “Berê jî du pêvajoyên bi vî rengî hatin jiyîn. Tevgera me di vî alî de hem bixwe bawere û hem jî dikari di dema xwe de bicih bîne.di nava tevgera me de sekneke cuda heye. Ji bo hêzên me niha şer sekinandiye, pêvajoya siyasî destpêkiriye. Divê çarçoveyê de me di hemû civînan de ji hêzên xwe re pêvajoya nû vegot. Di vî alî de pirsgirêk nîne. Ji ber ku em bixwe bawerin. Serkeftina me di şer de bidestxist, em di pêvajoya siyasî de jî dikarin bînin cih. Ji vî alî de hemû hêzên HPG’ê amade ne. Dema bixwazin dikarin bibin hêza şer. Yanî li dijî her îhtîmalî di alî HPG’ê pirsgirêk nîne. Tecrubeya me ya 30 salî heye. Me çawa şer da sekinandin, em wisa karin bo şer jî xwe amade bikin.
Pêvajoya şer ya ku ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê heta niha çawa hatiye meşandin, sekna me ya siyasî jî wisa ye. Li ser vê armancê hêzên me di perwerdeyan de xwe di alî îdeolojî de pêş pêş dixin û pêngavên mezind avê ye. Ev 30 sale em şer dimeşînin. Dema em bixwazin jî em dikarin derkevin. Di vê mijarê de nîqaş hatin jiyîn. Em vê bêjin hêzên me çawa derbasî Bakur bûn, wisa jî tên Qadên Parastina Medya. Çapemenî vê rewşê baş dişopîne.
EM LI DIJÎ HER ÎHTÎMALÎ AMADE NE
Tendurek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger dewleta tirk terzeke şaş pêş bixe, emê jî mafê xwe yê mîsîlemeyê bikarbînin. Li ser vê esasê hêzê me perwerdeya dibînin. Di esasa parêznameyên srokatiya xwe dem xwe kur dikin. Em wek tevger li dijî her îhtîmalî amadene. Di alî siyasî de em xwe pêş dixin. Em girêdayê serokatiya xwene, partiya xwe ne. Talîmatên serokatiya me û partiya me bo me esas e.
Gelek komên me yên Botan Wanê gihiştin qadê. Lê yên Amed, Erzirom, Dêrsîmê hêj negihiştine qadê. Hêzên me yên qadên din jî tên.