Temellî: Yên li dijî qeyûm û tecrîdê dernekevin wê winda bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku  AKP ji bo li ser îqtîdarê bimîne, polîtîkayên dijminantiyê berdewam dike û bi awayekî keyfî li dijî endam û rêveberên wan girtinan didomîne.

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Salona Şîrin Muzikholê li dar xist. Sezai Temellî, parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî tev li kongreyê bûn. Kongre bi şîara “Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin, Em faşîzmê têk bibin" hat lidarxistin.

‘VÎNA GEL DESTESER KIRIN’

Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina diwanê dest pê kir. Cîgirê Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û wiha got: "Vîna gel desteser kirin. Em ê li ruxmê hemû êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin."

‘ME CIZÎR JI BÎR NEKIRIYE’

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî axivî û wiha got: "Paşeroj û îroya desthilatdariyê li ser înkar û tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin. li Cizîr û Sîlopiyê di 14'ê Kanûna 2015’an de kolan li gel hat qedexekirin. 4 sal di ser qedexeya kolanan re derbas dibe. Di encama dorpêça 10 bajaran de bi sedan mirov hatin qetilkirin. Sedema vê yekê jî desthilatdarê ceberût a ji demokrasiyê direve ye. Ev êrîş îro jî didomin. Cizîr û di jêrzemînên avahiyên Cizîrê de mirov bi saxî şewitandin. Wekî ku qet ev yek pek nehatiye di axivin. Em wan tevan nas dikin. Hûn hemû li wir bûn. Ji ber vê yekê hûn hemû dê bên darizandin." 

’17 SAL IN DIJMINAHIYA KURDAN DIKIN’

Temellî, destnişan kir ku kesên maseya aştiyê ji holê rakirin şer hem anîn Tirkiyeyê û hem jî anîn Rojhilata Navîn û wiha axivî. “17 salin ev desthilatdar bi awayekî dijminantiya Kurdan dike. 4 sal berê îro bajar hatin dorpêçkirin. Li 10 bajaran bi sedan mirov hatin qetilkirin. Sedema vê yekê ev desthlatdarê ceberûd bû. Ji bo ji demokrasiyê birevin êrîşî gelê Kurd kirin. Me Cizîr ji bîr nekiriye. Me rojên ku jin, zarok û bitik hatin kuştin ji bîr nekir. Me Mehmet Tunç, Asiye Yuksel ji bîr nekiriuye. Me Sûr, ji bîr nekiriye. Dema em li pişt xwe dinerin, mimarên wan rojan wekî ku tiştek nebûbe diaxivin. Yên ji îqtîdarê qut bûne, wekî eleqeya wan pêtune di axivin. Hûn dê hemû bi hevre bên darizandin. Bi salan e plana têkçûnê berdewam dike. Pêvajoya çareseriyê aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bû. Aqilê çareseriyê hebû. Em li dijî kesên aqilê çareseriyê tune dikin, bi hemû baweriya xwe dê li aştî û demokrasiyê xwedî derkevin. Ew mase dê dîsa bên avakirin. Li ser wê masê dê ligel Birêz Ocalan çareseriya demokratîk bê. Yên mase xera kirin şer anîn. Em li ser navê çareseriya demokratîk û aştiyane, bi heman biryarê rêya xwe dewam dikin. Mi muxatabê wê maseyê Birêz Ocalan, kedkaran û jinan dê li dijî desthilatdara ceberut têkoşîn pêş bikeve.”

TECRÎD LI HER DERÊ DIDOME

Temellî, anî ziman ku  AKP ji bo li ser desthilatdarê bimîne, polîtîkayên dijminantiyê berdewam dike û bi awayekî keyfî li dijî endam û rêveberên wan girtin didome. Temellî, destnîşan kir ku êdî bê edaletî li her derê belav bûye û wiha got "Ev welatê mezin bûye girtîgeheke vekirî. Girtîgeh hem ji bo girtiyên siyasî û hem jî ji bo girtiyên delî bûye cihê êşkenceyê. Îro tecrîd heye. Ev tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li her dera welat belav bûye. Hikûmet bi hiqûqa tecrîdê xwe li ser piyan dihêle. Derketina li dijî tecrîdê, parastina dewleta hiqûqê ye. Îro li girtîgehan 280 hezar mirov girtî ne. Ev girtîgeh êdî bûne êşkencexane. Girtîgeha Osmaniyeyê mînaka vê yekê ya herî şênber e. Her roj miroav tên destgîrkirin û girtin. Ji sibê heta êvarî bi HDP'ê re mijûm dibin." 

Temellî, bal kişand ser girtina rojnamegeran jî û wiha lê zêde kir: "Li gorî daneyên fermî 139 rojnameger girtî ne. Bi rojnamegerên ku qesr wan qebûl nake hêjmara rojnaemgerên girtî zêdetir e. Li vî welatî azadiya çapemeniyê tune ye. 17 hezar kuştiyên faîl nediyar heye. Her hefte Dayikên Şemiyê dengê xwe bilind dikin. Ev bê hiqûqî nayê qebûlkirin. "

HEVSEROKÊN NÛ HILBIJARTIN

Piştî axaftina Temellî, HDP'ê raporên xebat û maliyê xwend. Piştre hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Gulseren Tural û Mehmet Karakiş hatin hilbijartin.