Temellî: Li Xelfetiyê êşkence li Kurdan tê kirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser êşkenceya li Xelfetiyê û xwest bila tecrîd were rakirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civina Koma HDP'ê ya Meclîsê de geşedanên dawî nirxandin. Temellî, ewil bi minasebeta 21'ê Gulanê 155'emîn salvegera komkujiya Çerkesan û 19'ê Gulanê 100'emîn salvegera Komkujiya Pontos Rûmê û wiha got: "Em carek din vê komkujiyê şermezar dikin. Bijî biratiya gelan, bijî azadiya gelan. Em komkujiyê ji bîr nakin. Îro 21'ê Gulane ye. 3 sal berê di 20'ê Gulane de meclîsê biryarek dîrokî da û destnedayîna wekîlan rakir. Bi vê yekê darbeya siyasî pêk anî."

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

 Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û wiha got: "Niha li derve û hundir berxwedan didome. Niha hemû hevalên me yên girtî ji bo edaletê û aştiyek bi rûmet li ber xwe didin. Ji bo jiyanek bi edalet û jiyanek bê îşkence em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Mirovên destê wan li pişt wan hatine kelepçekirin li ser medya civakî hatin belavkirin. Dîsa  mirovên diçin kar maşîna wan a kar rastî gulebarê tên. Li vî welatî zilm xelas nabe. Li Tirkiye ku siyaseta nayê guhertin zilm û şikenceya li dijî Kurdan e. Ji bo ev zilm û îşkence neyê dîtin niha dengê heqîqetê qut dikin. Dengê çapemeniya azad qut dikin." 

TUNDIYA LI SER JINÊ

 Temellî, bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha pêde çû: "Tundiya li dijî jinê tundiya li hemberî hemû civakê ye. Yektîpkirina civakê ye. Ji bo vê tundiyê bidomînin dixwazin dengê aştiyê qut bikin. Bi rêya darazê tundiyê berdewam dikin. Niha nêzî 200 akademîsyen di girtgehê de ne. Îktîdara ku akademîsyenê dixin girtîgehê li hemberî me ye. Akademîsyenên beraet kirine niha nikarin pasaportê bistînin. Bi deh hezaran mirov mexdûr kirin û mafê wan ji destê wan girtin. Cihê akademîsyenan ne girtîgeh in. Bi sedan rojnameger girtî ne. Em ê li dijî vê feraseta ceberrût têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin. Niha têkoşîna herî girîng dayikên me li dijî vê tundiya cebberûd têdikoşin. Ji bo êş, mirin û zilm pêş nekevin li qadan dengê xwe bilind dikin. Heta ku ev zilm bi dawî bibe em ê piştgiryê bidi dayikan emê li dijî tundiyê têbikoşin."

6 MEH IN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HENE

 Temellî, bal kişand ser çalakiya çalakgerên di grevê de û wiha pêde çû: "195 roj in, 6 meh û nîv in parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven di grevê de ye. Bang li hemû gelê Tirkiye û cîhanê dikin ku li dijî zilm û bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin. Dîsa li Hewlerê Nasir Yagiz, li Ewropa koma 14 kesan, li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî, li avahiya HDP'ê ya Amedê 3 parlamenterên me, di greva birçîbûnê de ne. Niha li girtîgehên Tirkiye 3 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de ne. 15 girtiyên koma ewil di roja 22'an de ne. Êdî nikarin biaxivin. Li şûna girtîgeh daxwaza wan pêk bîne ava wan û pêdiviyên wan jî nade wan. Li derve jî dayikên ku dibêjin bila mirov nemirin her roj polîs êrîşî wan dikin. Bêdengiya li hemberî vê yekê jî pir tirsnak e. Werin em bi hev re vê bêdengiyê hilweşînin. Werin em bi hev re bibin deng ku em dawî li vê tecrîdê bînin. Heta ku em tecrîdê bi dawî nekin ev bê edaletî û ev bêhiqûqî wê bidome. Ger ku em dengê xwe bilind nekin wê ev bê edaletî û bê hiqûqî li deriyê me tevan bidin. Em bang li hemû gelê Tirkiye dikin ku em dengê xwe bilind dikin. Em bang li hikûmetê û Wezîrê Dadê jî dikin ku gavan bavêjin û hewcedariya wê pêk bînin. Bila parêzer bi rêk û pêk biçin Îmraliyê."

 TIFAQA DEMOKRASIYÊ

Temellî, herî dawî bal kişand ser têkoşîna Tifaqa Demokrasiyê û wiha bi dawî kir: "Gelê Sûriye wê teqez pêşerojek aştiyane û ewle ava bike. Lê Tirkiye bi van polîtîkayan nikare gavan bavêje. Niha dema em li polîtîkayên Tirkiye û welatê cîranê wê dinerin, em dibînin ku Tirkiye bi hemû cîranê xwe di nava rageşiyê de ye. Sedemê vana tevan hikûmet e. Em careke din dixwazin ku dawî li van polîtikayên rageşî, tundî û şer bînin.  Em îtîfaqa Demokratik ava dikin. Ji bo aştiya civakî û siyaseta demokratîk pêdivî ji îtîfaqa Demokratik heye. Ji bo Îtîfaqa Demokratîk em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê, azadiya îfadeyê pêk bê. Divê bê hiqûqî ji holê rabe. Divê daraza serbixwe bê avakirin. Niha hemû azadiyên me di bin tecrîdê de ne. Êdî dem dema guhertin, demokrasî, hiqûq, edalet û aştiyê ye. Li ku wîcdanê civakê hebe em ê li wir bin. Emê li hemû derê welat ji bo demokrasiyê bigêjin hev."