Temellî: Li ser bedenên zarokên me siyasetê nekin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand li ser amadekariyên ji bo êrîşa li ser Qendilê û wiha got; “Li ser bedenên zarokên me siyasetê nekin.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçyea Cîhanbeylî ya Konyayê axivî. Temellî û heyeta HDP’ê bi karwaneke girseyî hatin navçeya Cîhanbeylî yê. Gelê navçeyê jî bi coşek mezin û nîşaneyên serkeftinê Temellî û heyeta HDP’ê pêşwazî kirin.

‘HIŞYARINÊN ‘QENDÎL’ JI BO HIKÛMETÊ’

Temellî di axaftina xwe ya li navenda navçeyê wiha got; “Em ê vê bendê derbas bikin û desthilatdariyê li binê bendê de bihêlin. Dîsa hilbijartin hat. Lîstokên beriya hilbijartina 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê dîsa destpê kir. Dîsa dijminahî û dîsa şer. Hewldanên êrîşan yên li dijî HDP’ê. Li Kûlû yê bi gaza îsotê êrîş kirin. Rûviyên me fêr bûye. Em li Balikesîrê bûn û hewaya paqij baş bû, em fêrî gazê bûne.”

Temellî di derbarê êrîşa Qendîlê ya hikûmetê de jî ev hişyarî da; “Desthiltdariya ku ev 16 sal e ji bilî hejartî tişteke din ne dayî vê civakê, vî gelî niha rabûye heman tiştan dubare dike. Niha dîsan senaryoyên şer derketin pêşberî me. Meseleya Qendilê hate pêşiya me. Wê biçin Qendilê, wê wiha bikin. Li ser bedenên zarokên me siyasetê neke. Dayikên Kurd û Tirk ev zarokên he ji bo siyaseta te na anîne li ser rûyê cîhanê.”

Temellî wiha domand; “Bê navber bi politîkayên şer dixwaze mirovan bike dijminê hev û dengan bidestbixe. Rewşa niha tê de wiha ye. Divê li dijî vê desthilatdariya şerker em derbikevin. Rêya li dijî şer li dijî vê desthilatdariyê derketine.”

ERDOGAN XÊR BIÇÎ

Temellî qala gotina Serokkomarê Tirk Erdogan a li Amedê ‘pirsgirêka Kurd nîne’ jî kir û wiha got; “Kesên ku li Amedê ji tere li çepikan dixist, aligirên te bûn û li wir Kurd tune bûn. Ji ber ku dema tu diçî wir dibî Kurd û dema dijî Enqereyê jî dibî gurî. Tu kes biratiya wiha naxwaze. Em ji vê muhabeta te ya biratiyê aciz bûn. Wekheviya rast li ser bingehê hemwelatiyê li heman welatî jiyan kirine. We ev pêk anî, na. Wê demê xêr biçî.”

Temellî wiha dawî li gotinên xwe anî; “Pirsgirêka destpêkê pirsgirêka Erdogan e. Em ê di 24’ê Hezîranê de ji vê pirsgirêkê rizgar bibin. Ev pirsgirêkeke mezin e.”

Temellî piştî axaftina xwe ji bo beşdarî bernameya xwarina fitarê ya li navedan Konyayê bibe ji Cîhanbeyliyê veqetiya.