Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sazaî Temellî di mîtînaga Xarpêtê de axivî.
‘ÊDÎ DEMÊ WÊ HATIYE EM JI AKP’Ê RIZGAR BIBIN’
Temellî di axaftinên xwe de bal kişan ser van xisûsa:
“Em hewl didin ku ji vê hişmendiya ku demek dirêje erdîngariya me veguherandiye qetlîaman rizgar bibin. Êdî demê ji desthilata AKP’ê rizgarbûnê hatiye. Em ê 24’ê Hezîranê dawiya van bînin.
‘JI ZAROKÊ 13 SALÎ DITIRSIN’
Tirsa wan mezin e, ji ber ku sûcên wan jî mezin e, ji bo vê her rojê hê zêdetir êrîş dikin, hê zêdetir zilmê dikin. Eger ku tirsekî wan nebe çima wê zarokê 13 salî bigirin? Bitirsin, 24’ê Hezîranê em ê van bavêjin sergoyê.
Karê me 7’ê Hezîrana 2015’an nîvî mayî em ê 24’ê Hezîranê temam bikin. Em ê rojeke Hezîranê dawiya van bînin û van bişînin.
Vê dizanin, ji bo vê zext û zilmê dikin, li pey polîtîkayên şer in. Seneryoyên şer dîsa di rojevê de ne.Yekan e, tişat wezîr, hemû rayedar dizanin şer e, dibêjin; ‘Em ê biçin Qendîlê’ em 30 kîlometreyan çû vir, em ev der girt. Weke beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê û piştî wê. Li ser mirina mirovan hesabên hilbijartinê dikin.
‘EM Ê LI GEL DAYIKÊN TIRK Û KURD DAWIYA WE BÎNIN’
Dayik dixwazin zarokên xwe li dawetê bibînin ne cenazeyên wan.
Dayik ne ji bo hûn li ser zarokên wan hesabên hilbijartinê bikin tînin dinê. Ev dayik dixwazin zarokên xwe li dawetê ne cenazeyên wan bibînin.
Yekane daxwaza we şer e. Hûn li ser mirina ciwanan serwetê kom dikin. Ji bo desthilatê bimînin hûn êşê didin kişandin. 24’ê Hezîranê em ê li gel dayikên Tirk û Kurd dawiya we bînin.
Dawiya şer anînê di destê me de ye. Divê em çawe bijî wê hilbijêrin. Em ê 24’ê Hezîranê yan ji bo şer bêjin erê yan ji bo aştiyê.Yan ji bo desthilata Erdogan an jî ji bo demokrasiyê em ê bêjin erê.Em ê siberoja xwe diyar bikin.
‘ÇARESERÎ EM Ê PÊK BÎNIN’
Heta ku şer hebe ti çareserî ne pêkan e. Heta ku şer hebe pirsgirêka Kurd çareser nabe. Naxwazin pirsa Kurd çareser bikin, berovajî dixwazin ji pirsa Kurd sûd werbigirin. Em ê hem pirsa Kurd û pirsa Erdogan çareser bikin.
‘EM Ê BI BERXWEDANÊ SER BIKEVIN’
Yekane tiştên ku em devjêneberin îfadeya derbirîn û azadiya çapemeniyê ye. Di vê çarçoveyê de bang li hemû partiyên siyasî, hemû beşan dikin ku li hev kom bibin, Destûreke Bingehî ya Demokratîk bê çêkirin. Enceq wê demê Tirkiye dikare di rêya aştiyê de bimeşe, wê demê em dikarin vê bendê hilweşînin. Tevî van hemû êrîş, zilim û şidetê û hişmendiya şer bi berxwedanê me hatine van rojan, bi berxwedanê jî em ê 24’ê Hezîranê ser bikevin.
‘SENERYOYÊN QENDÎLÊ JÎ WAN RIZGAR NAKE’
Êdî ev seneryoyên Qendîlê jî te rizgar nake, 24’ê Hezîranê tê biçî. Em ê dawî li vê mijara bi berdêl a leşkeriyê bînin. Leşkeriyeke neçarî nabe. Ne buceya şer, bûçeya parastinê, pêwîstî tên diyarkirin, buce tê veqetandin. Em ê dawî li leşkeriya neçarî bînin. Mafê reda wijdanî û yek ji mafê bingehîne.
Ne ji bo şer ji bo aştiyê buce divê hebe. Eger em wisa bifikrin wê ewqas buce ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê bê mezaxtin.
Hemû hesabên wan ji bo em 80 wekîlî bi ser nexine. Ev seneryoya operasyona Qendîlê jî ji vir tê. Êrîşa li ser Efrînê mînaka vê ye. Çeteyên OSO êrîşî jinan dikin. Zextê li jinan dikin ku serê xwe bipêçin. Şerê Efrînê negihişte hilbijartinê, niha jî dora Qendîlê ye.
Eger ku li parlemetoyê HDP nebe, AKP piranî ye. Erdogan vê hesab dike; “Ez di tûra yekem de bi ser nakevim, eger di tûra yekem de HDP’ê li bin bendê bihêlim wê gel neçar bibim, di tûra duyem de ez ê bi serkevim.” Demê xirakirina vê lîstikê hatiye. Gel wê dawî li xeyalên te bîne.
Li bin bendêmayîna HDP’ê tê wateya li bin bendêmayîna Tirkiyeyê. Li bin bendêmayîna HDP’ê tê wateya li bin bendêmayîna demokrasî, siberojê. Divê ev bend bê hilweşandin. Em ê bi hev re vê bendê hilweşînin. Em ê biteqez bi serkevin.”