Temellî: Ji bo ku nehêlin HDP’ê bendê derbas bike seferber bûne

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Mîlasê ya Mûglayê bi gel re hate cem hev.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Mîlasê ya Mûglayê bal kişande ser nakokiyên di navbeyna AKP-MHP’ê de û got, ‘Tifaqa Cumhur’ ketiye nav pevçûna ‘’ev wekîlê min, ev wekîlê te’.

Temellî bi bîr xist ku li derveyî Tirkiyê û Bakur dengdanê dest pê kiriye û bang kir ku her kes dengê xwe bide.

Temellî politikaya AKP-Erdogan a pêvajoya  ber bi 7’ê Hezîranê ve bi bîr xist û got niha dîsa bi heman rêbaz û zimanî dertên pêşberî wan. Temellî got dema ku fêhm kirin wê nikaribin HDP’ê di bin bendê de bihêlin niha jî dest bi halan şer kirine.

‘EM Ê PÊŞÎ PIRSGIRÊKA ERDOGAN ÇARESER BIKIN’

Temellî gotina Erdogan ku gotibû, ‘Meseleya Kurd tine’’ bi bîrxist û got, ji bo ku meseleya Kurd heye meseleya demokrasiyê, ya bêkariyê û hejariyê heye û domand, ‘’Meseleya Kurd kaxeza tûrnûsolê ye. Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin li vî welatî tiştek nayê çareserkirin. Hemû meseleyên vî welatî bi hev ve girêdayî ne.’’ Temellî bi domdarî got, ‘’Dema ku Demîrtaş ê ezîz bû Serokkomar em ê vê qesrê vala bikin û pirsgirêka herî mezin a vî welatî em ê rakin. Ev jî pirsgirêka Erdogan e. Pirsgirêka pêşî ya ku em ê çareser bikin pirsgirêka Erdogan e.’’

‘TIFAQA CUMHUR BI HEV DIKEVE’

Temellî bi domdarî got, ‘’Bûye pirsgirêkeke ev çend mezin, naxwazin pirsgirêkek çareser bibe. Dixwazin gendelî bidomin. Ji bo vê jî tifaq çêkirin. Tifaqa cumhur. Ev tifaq sibêh û êvaran êrîşê bi ser me de tînin. Niha jî ketine qirika hev. Hingî hînî pevçûnê bûne niha jî ketine pevçûna ‘’tu wekîlê min didizî’’. Ev hîn bûne nasekinin. Bêyî ku bidizin nikarin vehewin. Çawa ku çav berdana 80 wekîlên HDP’ê niha jî çav berdana wekîlên hev.

Em dibêjin wan; em gelên Tirkiyê, çi bendan jî li ber me deynin, çi qasî bendê li ser benda 10’an deynê jî, ne 80 wekîl, em ê bi 180 wekîlî werin.’’

‘JI BO KU HDP BENDÊ DERBAS NEKE SEFERBER BÛNE’

Temellî bi domdarî got : ‘’Hemû peywirdarên dewletê ji bo ku nehêlin HDP bendê derbas bike seferber bûne. Ji trafîkê bigirin ta bi têkoşîna dij terorê hemû rabûne ser piyan. Derd û kulê wan ew e ku HDP siyaasetê neke, xuya neke. Hemû walî propagandaya AKP’ê dikin, li navçe û gundan digerin gefê li gel dixwin.’’

'’EM HEMÛ EM Ê BIBIN MUŞAHÎT’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişande ser giringiya xwedîderketina li sendoqan û got, ‘’Ji niha û şûn de em ê hemû bibin müşahit. Em ê tenê dengên xwe nedin. Em ê li aqûbeta wê jî bipirsin. Zarok demokrasî û aştiyê dixwazin. Divê em li siberoja zarokên xwe xwedî derkevin. Ji bo demokrasiyê dengek ji bo Demîrtaş, dengek ji bo HDP’ê. Ez bang li hevreyên me yên derveyî welat jî dikim. Dengdanê dest pê kir. Wan dest pê kir, em ê temam bikin. Biçin ser sendoqan û dengê xwe bidin. Dengê we pir biqîmet e. Bi we em ê li Kocaelî, Aydin û Manîsayê wekîlan derxînin. Nebêjin dengek qîmetê wê nîn e, biçin dengê xwe bidin.’’