Temellî: Heta tecrîd bi dawî nebe bêhiqûqî bi dawî nabe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî wiha got; “Çavkaniyên welat ji bo şer tê xerckirin. Bingehê bêhiqûqiyê tecrîda Îmralî ye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî wiha got; “Çavkaniyên welat ji bo şer tê xerckirin. Bingehê bêhiqûqiyê tecrîda Îmralî ye.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Bûrsayê 3’emîn Kongreya Asayî bi beşdarbûna Hevserokê HDP’ê li Salona Dawetê ya Ecrîn ya li navçeya Nilufer li dar xist.
Kongre bi şîara “Bi hêvî û cesaretê em xwe birêxistin bikin, faşîzmê hilweşînin” hate lidarxistin. Nûnerên gelek partî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.
‘ÇAVKANIYÊN WELAT JI BO ŞER TÊ VEGUHESTIN’
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreyê de axivî û diyar kir ku hemû çavkaniyên welat ji bo şer tê veguhestin û wiha domand; “Desthilatdarî her tim ji bo xwe li şeran digere. Tirkiye êrîşî herêma ewle ya Sûriyeyê kir. Bi çeteyên DAÎŞ’ê re li Efrînê komkujî pêk anîn. Ev têr ne kir li Rojava komkujî pêk anîn. Eger em wêneyên zarokên li Til Rifatê hatine qetilkirin ji nedîtî ve bên xirabiya herî mezin a li vî welatî ye. Eger hesabê Roboskî hatiba pirsîn dibe ku komkujiya li Til Rifatê çênebûye. Ev meclîs veguherandin meclîsa tezkereyan. Divê ev welat ne tezkereyan pêkanîna aşitiyê biaxive.”
‘JI HEMÛ KESAN RE DIBÊJIN TERORÎST’
Temellî da zanin ku di nava civakê de ji her kesên ku têkoşîna maf dikin re dibêjin “terorîst”. Temellî got herî dawî rojnameger Azîz Orûç weke “terorîst” hat lansekirin.
‘ÇAVKANIYA BÊHIQÛQIYÊ TECRÎDA ÎMRALÎ YE’
Temellî di dewama axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmralî da û ev tişt diyar kir;
“Divê tecrîda mûtlaq bi dawî bibe. Qala bêhiqûqiyê dikin. Sedemê bêhiqûqiyê tecrîd e. Tecrîda ku li ser Rêzdar Ocalan tê kirin li vir xuya dike. Yên tecrîda mûtlaq pêk tînin pêşiya siyaseta demokratîk digirin. Divê em têkoşîna edaletê geştir bikin.”
Piştî Temellî Hevserokê HDP’ê yê Bûrsayê Resûl Baykara axivî û wiha got; “Pêvajoya pêşiya me de em ê li dijî êrîş û faşîzmê têkoşîna hevpar bidomînin. HDP ji bo rizgariya gelan rêya derketinê ye.”
HEVSEROKÊN NÛ
Piştî xwendina raporên xebat û maliyeyê hilbijartin hate kirin û Mûstafa Yagcî û Aynûr Yilmaz ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.