Temellî: Em ne AKP’ê û ne jî dadgeha di bin fermana wê de nas dikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, têkildarî cezayê girtîgehê yê ji bo Demîrtaş ê ku li bendê ye weke namzetê serokkomariyê bê nîşandan aqxivî û got: “Em ne AKP’ê û ne jî dadgeha di bin fermana wê de nas dikin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, têkildarî 5 sal cezayê girtîgehê yê ji bo hevserokê berê Salahattîn Demîrtaş ê dîl girtî û Parlemeterê Enqerê Sirri Sureya Onder axivî.

‘EV NE DADGEH IN’

Temellî yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî got: “Ne ev dadgehe û ne jî ev darezandin e. Ne jî hevrêyên me sûcdar in.”

Temellî têkildarî mijara ku wê ev kiryar li pêşiya namzetiya Demîrtaş a ji bo serokkomariyê pirsgirêkekê bi xwe re bîne ya ne wiha got: “Têkildarî namzetbûna Birêz Demîrtaş, em ne li van dadgeh û biryarên tên dayîn dinêrin. Em li têkoşîn û propagandaya xwe dinêrin. Em li rêya ku Tirkiye ber bi zinarê ve diçe û rizgarkirina ji vê digerin.”

‘QET NIKARIN BIBIN ASTENG’

Temellî anî ziman ku birarên bên dayîn wê ji bo têkoşîna wan qet nebe asteng. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Em îro ne dadgeha wan û ne jî daraza di bin fermana wê de nas dikin.”

Temellî bibîr xist ku ji bo dadgeha Demîrtaş û Onder a ku wê 8’ê Hezîranê bê kirin, pêkanînê ku wê ceza bidin tên avakirin û got: “Desthilat tên û diçin. Lê ya girîng serbixwebûna dadgehê ye. Xala herî girîng a serbixwebûna dadgehê, wijdanên biryarên serbixe û bê alî yên dadgeran e. Eger ku we wijdana xwe îpotek kiriye, wan cubeyên xwe danin. Eger we ne kiribe jî, 8’ê Hezîranê ne ceza hûnê li gorî Destûra Bingehîn biryar bidin. Ne li gorî hesabên hilbijartinê, li gorî rêgezên hiqûqê yên heyî li ber çav bigrin û biryar bidin.”