Temellî: Em ê xeta nû ya têkoşînê diyar bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di konferansa li Amedê axivî û got “Em ê xeta nû ya têkoşîna xwe diyar bikin, em ê rêya sêyemîn ava bikin.”

Rêxistina HDP'ê 1'emîn Konferansa Navendî ya Rêxistinbûna Partiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî li 7 herêman bi dirûşmeya “Em bi siyaseta demokratîk faşizmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin" li dar xist niha jî 1'emîn Konferansa Navendî li dar xist.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglû, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk û hemû pêkhateyên HDP'ê jî di nav de nêzî 800 delege di konferansê de amade bûn. Ciwan bi çepik û tilîliyan hatin salona konferansê û dirûşmeyên “Ciwan wê bi ruhê 68'an bên", “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Ne girêdayî be, azad be." berz kirin.

‘ARMANCA ME YA SEREKE HILWEŞÎNA FAŞÎZMÊ YE’

 Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û wiha got: "Em ê têkoşînê bi rêxistin bikin. Stratejiya me ya beriya hilbijartina 31'ê Adarê hişt ku îro em komxebatek wisa amade bikin. Ez piştî vê konferansa me ya 2 rojan bawer dikim ku piştî kongreyên me yên navçe û bajaran, wê bêtir bi hêz bibin. Me bi komxebatekê dest pê kir û piştre me li bajaran konferans li dar xistin. Me konferansa herêmê li dar xist. Niha jî em konferansa navendî li dar dixin. Em ê li vir hem pratîka xwe ya borî binirxînin û rexnedayînê bidin û hem jî emê pêşeroja xwe diyar bikin. Em ê nexşerêya xwe ya rojên pêş diyar bikin. Konferansa me, ji bo hilweşîna faşîzmê me hemûyan dawetî têkoşîna li dijî têkçûna faşizmê dike. Me mil da hev û em bi here li dijî faşizmê ketin rê û têkoşiyan. Armanca me ya sereke hilweşandina faşîzmê ye. Divê ji bo demokratîkbûna Tirkiye em gavan bavêjin. Niha li hemû Tirkiyeyê, kolan bi kolan, tax bi tax, dem dema rêxistinbûnê ye."

‘EM ÊŞA ŞENGALÊ DI DILÊ XWE DE DIPARÊZIN’

Temellî, bal kişand ser komkujiya Şengalê û wiha got: "Îro 3'ê Tebaxê ye. 5 sal berê li Şengalê komkujî pêk hat. Zêdeyî 5 hezar Êzidî hatin kuştin. Jin hatin revandin û kirin kole. Li bazaran hatin firotin. Em vê êşê hêj di dilê xwe de diparêzin. Di vê mijarê de ne tenê DAÎŞ heye. Aqilê mezin ê sûc li pişt vê yekê heye. Ger ku îro li Rojhilata Navîn dojeha şer hebe û komkujî didome, ne tenê DAÎŞ e. Li pişt vê yekê dewletên ku bêyî vîna gel esas bigirin şer dispêrin civakê ne. Bi vê hişmendiyê ne pêkan e aştî bê Rojhilata Navîn. Niha şer li her derê ye û her der dorpêç kiriye. Rojek berê li Colemêrgê zarokekî 14 salî hat kuştin. Vedat Ekîncî hat qetilkirin. Hêj kujerên Roboskî nehatine darizandin. Ji sala 1989’an heta niha bi hezaran zarok bi vî şeklî hatin kuştin. Tenê di serdema AKP'ê de bi sedan zarok hatin kuştin. Ceylan, Ugur Kaymaz û zarokên din hêj di aqilê me de ne."

‘YÊN LI EFRÎN Û ŞENGALÊ KOMKUJÎ KIRIN HEMAN KES IN’

Temellî, operasyona bi navê Pençe jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Di vê operasyonê de gelek mirovên mahsûm hatin qetilkirin. Neçar dimînin ku gundê xwe terk bikin. Bi tonan bombe dibarînin. Komkujî didome. Hêj salek berê ev rastî me li Efrinê dît. Çeteyên OSO Efrîn dagir kirin. Gelê Efrînê ji cih û warên xwe koç kirin. Zêdeyî 200 hezar mirovên Efrînê warên xwe terk kirin. Yên li Efrînê û Şengalê komkujî kirin heman kes in. Em nabin şirîkê vî sûcî."

 ‘DEM DEMA AFIRANDINÊ YE’

Temellî, anî ziman ku wan pirtûka "Divê em çi bikin? danîne pêşiya xwe û ji bo jiyanê ji nûve ava bikin bi hevre ev pirtûk xwendin û wiha got: "Dem dema afirandinê ye. Berî her tiştî me bang li hemû gelê Tirkiye kir. Me got pirsgirêkên me hevpar in. Werin em bi hevre çareser bikin. Em bi hev re li bersivan bigerin. Em bên cem hev em dikarin ava bikin. Divê em li dora îtîfaqa demokrasiyê kom bibin. Ji bo em faşîzme têk bibin û Tirkiye demokratîk bikin divê em bi hev re têbikoşin. Divê li dijî şer em dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê yekê jî divê em bi hevre Makeqanûna demokratik ava bikin.

‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’

 Pirsgirêkên me yên em bi lez çareser bikin hene. Divê em van pirgsirêkan bi lez çareser bikin. Beriya her tiştî ji bo çareseriya doza Kurd divê em bi hev re gavan bavêjin. Tecrîda 4 salan hemû welat xistiye bin tecrîdê. Divê berî her tiştî em vî welatî ji tecrîdê rizgar bikin. Ger ku em welat ji hewaya tecrîdê rizgar bikin em dikarin rêya muzakereyan jî vekin. Ji ber vê yekê divê em tecrîdê bi dawî bikin."