Temellî: Divê em têkoşînê mezin bikin

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî careke din bang li her beşên civakê kir ku hêvî û têkoşînê mezin bikin.

'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' ku HDP'ê di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve dest pê kir, doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya tifaqa demokrasiyê û têkoşîna civakî hate kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî piştî daxuyaniyê ji ANF'ê re axivî.

Temellî got, "Têkoşîneke demokrasiyê heye ku demeke dirêj e em dimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû bi demokrasî û têkoşînê dikare bên çareserkirin. Gelên Tirkiyeyê ji vê bawer dikin." Temellî destnîşan kir ku meseleya bingehîn meseleya Kurd e.

Temellî destnîşan kir ku mesele hemû tenê bi demokrasiyê dikare çareser bibe û got, "Lê belê demokrasiyeke çawa, divê ev bê vegotin. Li Tirkiyeyê lîstoka demokrasîtiyê tê lîstin. Bi sîstemeke hilbijartinê re ku ji sindoqê heta sindoqê maf tên talankirin lîstikeke demokrasîtiyê tê lîstin."

Temellî anî ziman ku têkoşîna wan a demokrasiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê ye û got, "Beriya her tiştî divê aştî bê. Divê aştiya civakî bê afirandin, girtiyên siyasî divê bên berdan û beriya her tiştî divê dewleteke hiqûqê hebe, tecrîd bê bidawîkirin, aştiya siyasî pêk were, aştiya aboriyê pêk were û dawî li xizaniyê bê anîn. Li dijî vê sîstema ku desthilatdarî ferz dike, divê em xwe bigihînin rêya sêyemîn ku tê de gel xwedî erk e û tevlî dibe."

Temellî ragihand ku gelê Kurd pêşengê aştiyê ye û got, "Li gel qedexeyan jî gelê Kurd helwestek alîgirê demokrasiyê nîşan da.

Gelê herêmê her tim pêşengî ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê re kir. Em bi coş ji aliyê gelê alîgirê aştiyê ve hatin pêşwazîkirin ku vê yekê hêz da me. Li gel qedexeyan bi rengekî vekirî helwesta xwe ya alîgiriya demokrasiyê nîşan dan. Li hemberî herêmê, li dijî gelê Kurd manîpulasyonên cidî hene, feraseteke ku gel mexdûr dike heye. Êrişên li ser herêmê hîn jî dewam dike. Tevgerên Pençe dewam dikin. Êrişên li ser Rojava dewam dikin. Lê belê tevî van hemûyan jî ev gel alîgirê aştî û demokrasiyê ye. Me ev bi hev re dît, şopand. Li gel me ne tenê mirovên dilxwazên HDP'ê hebûn. Mirovên ku heta niha li gel HDP'ê nesekinînin jî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl jî hatin. Jİ ber ku bendewariya her kesî heye. Mirov êdî dixwazin dawî li vê rêveçûna nebaş bê anîn, dawî li polîtîkayên şer bê anîn."