Temellî: Divê em Ocalan bixwînin û bi vî rengî bifikirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Li qada rêxistina civakî divê em careke din Ocalan bixînin." Temellî destnîşan kir ku alternatîf, serhildana gelan e.

Konfeansa HDP'ê ku bi dirûşma "HDP'eyeke hîn xurt, têkoşîneke hîn bi hêz" dest pê kir bi beşdariya 600 delegeyî dewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li konferansê axivî.

'ALTERNATÎF, SERHILDANA GELAN E'

Temellî diyar kir ku sîstema cîhanê ya nû têk diçe û got, "Niha careke din li sîstemeke nû ya cîhanê digerin. Sîstema ku ko bûye bi şerê li Rojhilata Navîn hewl dide bi rê ve biçe. Ev sîstema kone kedxwarî, şer, hilweşîn û têkbirina ekolojiyê li cîhanê ferz dike. Hewl dide hebûna xwe bidomîne û Rojhilata Navîn ji xwe re weke navenda avabûnê dibîne. Yên ku hewl didin vê bikin wê di vî şerî de têk biçin. Alternatîfa ku li Rojhilata Navîn hatiye danîn ji bo gelên cîhanê hêviyek e, serhildaneke ku wê sîstema kone têk bibe."

'WELAT BI TEMAMÎ TECRÎDKIRÎ YE'

Temellî diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê desthilatdariyeke bêhiquqî ye, desthilatdariyeke zordar e û got, "Hiqûq betal kiriye. Rewşa îstîsnayî kiriye rewşeke asayî. Sîstema edaletê hilweşiya ye. Sedema hilweşîna sîstema edaletê ev hiqûq e, hiqûqa tecrîdê ye. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, li Tirkiyeyê bi temamî ye. Tirkiye bi giştî tecrîdkirî ye. Tecrîda ku li Îmraliyê li Birêz Ocalan tê ferzkirin tecrîdeke ku çareseriya demokratîk dixitimîne. Xitimandina çareseriya demokratîk ji bo vê desthilatdariyê pêwîstî ye. Ji ber ku bi saya vê xitimandinê rejîma otorîter li ser piyan dimîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser girtîgehan vê sîstema zordar dibînin. Li girtîgehan êşkence heye, mafên mirovan tên binpêkirin."

'EM OCALAN BIXWÎNIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî destnîşan kir ku ev desthilatdarî desthilatdariya mêtingeriyê ye, desthilatdariya kedxwarinê ye û got, "Bi tundiya giran û kedxwariya mezin serdestiya xwe ava çêkiriye. Tirkiye li tevahiya cîhanê yek ji wan welatan e ku herî zêde kedxwarî lê heye û karker tên kuştin. Divê çi bê kirin? Çawa bê kirin? Divê em careke din Lenîn şîrove bikin, li qada rêxistinbûna civakî careke din Ocalan bixwînin. Divê em ji nû ve, ji nû ve li ser bifikirin."

Temellî diyar kir ku divê ew li taxan, li kargehan meclîsên xwe biafirînin, xwe û civakê ji nû ve bi rêxistin bikin.

Temellî her wiha bal ikşand ser girîngiya xurtkirina têkoşîna jinê û got, "Em zanin ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Divê em têkoşîna demokrasiya radîkal bi têkoşîna kedê mezin bikin. Bi keda civakî divê em têkoşîna demokrasiyê geş bikin. Em zanin ku heta ked azad nebe mirov azad nabe. Yek ji hîmên bingehîn ên demokrasiya radîkal jî têkoşîna ekolojiyê ye, divê em wê xurt bikin. Heta ku xweza neyê rizgarkirin, jiyan rizgar nabe."

DEMÎRTAŞ Û ZEYDAN PEYAM ŞANDIN

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê berê Abdullah Zeydan ên dîlgirtî ji 3'emîn Konferansa Mezin a HDP'ê re peyam şandin.

Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji çar xalan ji aliyê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş ve hate xwendin.