Temellî çû serdana Cemxaneyê û buroya hilbijartinê vekir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Stenbolê bi Elewiyan re civiya. Temel nal kişand ser vî tiştî ku Elewî, Kurd û Ermen bi sedan sal in êşan dikişînin û got, “Werin em bi hev re li heqê xwe bigerin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilibjartinê de li navçeya Îkitellî Cemxaneya Elewiyan ziyaret kir. Temellî, li Cemxaneyê malbata ku cenazeyê wan hebû ziyaret kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Temellî di ziyaretê de bi malbatê re sohBet kir û li ser hilbijartina 24'ê Hezîranê axivî. Temellî li Cemmxaneyê ji aliyê Elewiyan re rastî eleqeyek mezin hat. Serokê Cemxaneya Îkitelliyê Bekîr Guler, diyar kir ku yekem car serokê partiyek siyasî wan ziyaret dike û got: "Em spas dikin. Elewî, Kurd û Ermen mafê wan tê binpêkirin.  Em ê hemû malbat di 24'ê Hezîranê de bi hev re li mafê xwe bigerin û dengê xwe bidin HDP'ê."

TEMELLÎ: WERIN EM BI HEV RE LI MAFÊN XWE BIGERIN

Temellî, di derbarê rewşa Elewiyan de axivî û wiha got: "Civaka ku herî zêde dewletê ew mexdûr kiriye civaka Elewî ye. Siyaset ew e ku hemû civak tevlê bibe. Emanetê civakê ye. Werin em bi hev re tevlî siyasetê bibin û em bi hev re li mafê xwe bigerin. HDP ji bo vê yekê bingehek e. Em hemû kesî dawetî lêgerîna mafan dikin. Em bi hev re siyaseta demokratîk mezin û dewlemend bikin. HDP sîwana hemû beşên civakê ye. Hesreta me Komara Demokratîk û  hemû ziman, çand û nasname bi hevre bijîn. Werin em piştî 24'ê Hezîranê bi hevre Destûra Bingehîn ava bikin û binivîsin. Em Elewî, Kurd, Ermen bi hev re li mafê xwe bigerin."

Temellî piştî ziyareta Cemxaneyê, Buroya Hilbijartinê ya Nîşanca ya Rêxistina HDP'ê ya Fatihê, bi merasîmekê li taxa Fatih Katip Kasim vekir.

Li vir Temellî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Temellî qurdeleya buroyê bi zarokên biçûk re birî.

Temelî piştre bi konvoyekê derbasî taxa Koca Mustafa Paşa ya Aksarayê bû. Dema karwana HDP’ê derbas bû her kesî bi çepikan û tilîlîyan piştgirî dan karwanê. Temellî li vir jî bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Temellî piştre derbasî Aksarayê bû.