Têkoşîna di navbera AKP û Cematê de veguherî pevçûnê

Têkoşîna di navbera AKP û Cematê de veguherî pevçûnê

Di navbera Cemaata Fetullah Gulen ku di sêgoşeya daraz-polîs-îstîxbaratê de xwe birêxistin dike û  AKP’ê  de ku hêza qanûna Tirkiyeyê di dest de ye, têkoşîna desthilatdariyê bi awayekî vekirî veguherî pevçûnê. Operasyona ku cemaatê pêlê tuşa wê kiriye,  hat îdiakirin ku dê heta malbata serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan dirêj bibe.

 Di navbera cemaata Fetullah Gulen û Hikûmeta AKP’ê de ev demeke  di mijarê tayînkirina îstîxbaratên midûriyeta polîsan, lêpirsîna Hakan Fîdan, tayînkirina dozgeran û her wiha mijara girtina dersxaneyên taybet de gengeşiyek hebû û ev gengeşî duh di saetên sibê de  bi operasyonekê ku zarokên 3 wezîran jî hat girtin veguherî pevçûneke vekirî.  Di lêpirsîna navendiya nelêrêtiya şaredariya AKP’ê ya taxa Fatîh a Stenbolê de, ligel şaredar Mustafa Demîr, karsaz Reza Zerrab, kurê wezîrê karê hundir Muammer Gule, Bariş Guler, kurê wezîrê aboriyê Zafer Çaglayan, Salîh Kaan Çaglayan û kurê wezîrê bajarvanî û hawirdorê Erdogan Bayraktar, Abdullah Oguz Bayraktar û midûrê giştî yê Halk Bankasi Suleyman Aslan jî heyî.

Lêpirsînê wekîlê serdozgerê ku îdianameya Ergenekonê amadekiriye, Zekeriya Oz û dozgerê girêdayê wî Celal Kara meşand.  Ji dozgerên Buroya Kaçaxvanî û Narkotîkê Celal Kara, demeke dirêj di 11’emîn dadgeha Cezaya Giran de peywir kirin.  Dozger Kara dozgerê dozên ‘casusên leşkeriyê’ û ‘çeteyên sextekariyê’ bû jî.

Operasyonên ji aliyê polîsên Têkoşîna Sûcên bi Malî re pêk hat, hat hîn bûn ku bi sûcdariya ‘kaçaxvaniya zêran’ ‘ji peywirdarên cemawerî re ruşvet’ û ‘pere revandin’ û ‘ di kanûna parastina hebûna çandê ya hejmar 2863’an de ‘ muxalefetkirinê de’ operasyon pêk hatiye û got di dosyayê de navê wezîrekî jî derbas dibe.

Li gorî îdiayan  şaxa malî ev du sale ji bo operasyonê amadekariyan dike û bi dehan hewalekirina pereyên bê usul, ruşvetê tespît kiriye.

Hat diyar kirin ku hinek amûrên dîrokî yên Qesra Topkapi, ji bo şêxên Ereb wek diyarî hatine şandin û di nava van de jî hinek amûrên gelek girîng hebûne.

ÎDIA PIR ZÊDE NE

Piştî operasyon hate bihistin, bi taybet îdiayên der barê wezîrên hikûmeta AKP’ê de zêde bûn.  Der barê çar wezîrên AKP’ê de dozger fezleke amade kir û  hat diyar kirin ku vê dê bişînin Serokatiya Meclisa tirk. Hinek çapemaniyan jî îdia kiribû ku wezîrekî AKP’ê dema 1.5 mîlyon dolar ruşvet digirt hatiye kişandin. Tê gotin ku ruşvet jî ji aliyê karsazê navber Reza Zarrab ve tê dayîn.

Dîsa di dosyaya lêpirsînê de hat diyar kirin ku şaredariya Fatîhê qadê sît, bi awayekî der qanûnî ji Îmarê re vekiriye û  erezaiyên ku TURGEV’ê re ku malbata Erdogan di rêveberiya wê de ye, hatiye tahsîskirin, tê gotin ku bi bikaranîna hêza wezîran dê bê tahsîskirin. Kurê Erdogan Bîlal Erdogan û keça wî  Esra Albayrak di rêveberiya weqfê de ye û hat gotin ku ev weqf jî ketiye dosyaya lêpirsînê.

CEMAT BI SER DE DIÇE

Di çapemeniyê de hate îdia kirin ku ev demeke dirêje mijara girtina dersxaneyên taybet di kulîsên tirk de tên nîqaşkirin û  di vê dema ku ev di mijarê de li dijî vê tê gotin ku cemat dê li dijî hikûmetê bi dosyayên nelêrêtiyê şantajê bike, lê piştî hikûmetê israra xwe domand operasyon dan destpêkirin.