Têkiliya bazirganiyê ya AKP’ê ya bi Israîlê re zêde dibe
Têkiliya bazirganiyê ya AKP’ê ya bi Israîlê re zêde dibe
Têkiliya bazirganiyê ya AKP’ê ya bi Israîlê re zêde dibe
Têkiliyên Tirk-Israîlê ku di salên dawî de di warê dîplomatîk de bi pirsgirêk bûn, her ku diçe di warê bazirganiyê de baştir dibe.
Hat îdia kirin ku di bûyerên Mavî Marmarayê de têkiliyên Tirkiye-Israîlê xera bûne û lê di demên dawî de di çapemeniya Amerîkayê de hate diyar kirin ku Tirkiyeyê nasnameya 10 Îraniyên ji bo Israîlê casusî kiriye, dayike hikûmeta Tehranê û piştî van nûçeyan rê li ber nîqaşên din vekir. Hat hîn ku casusan li Tikriyeyê bi sîxurên Mossadê re têkilî daniye.
Di nûçeyên di çapemeniyê de derketine, derket holê ku Mossad faliyetên casusiya Îranê li ser Tirkiyeyê dimeşîne.
Ligel gengeşiyên di qada dîplomatîk de tê jiyîn têkiliyên bazirganiyê ya Tirkiye-Israîlê gelek başe. Karsazên Israîlê ku radyoya dengê Amerîkayê re axivî got asta têkiliyên bazirganiya di navbera Tirkiye-Israîlê de gihiştiye 4 mîlyon dolarî.
Ji Konseya Kar a Tirk-Israîlê Menaşe Carmon, da zanîn ku yên mayîn de ne siyasetmedar, karsazin û di navbera du welatan de gengeşî hebe jî ev nayê wateya di navbera her du gelan de gengeşî heye. Li gorî Carmon, di navbera Tirkiye û Israîlê de asta bazirganiyê gihiştiye 4 mîlyar dolarî.