Têkildarî wekîlê ku li ber gendeliyê rabû, biryara girtinê hate dayin

Piştî ku Parlamenta Kurdistanê ya Federe mafê destnedana parlamenteriyê ya Wekîlê Partiya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer bi dawî kir, biryara destgîrkirina wî hate wergirtin.

Biryara bidawîkirina mafê destnedana parlamenteriya Omar meha Gulanê li Parlamenta Herêma Kurdistanê bi dengê 57 parlamenteran hatibû wergirtin. Ev biryar ji bo Parlamenta Herêma Kurdistanê biryareke nû bû.

Di 12’ê Tîrmeha 2020’an de jî dadgeha Hewlêrê biryara destgîrkirina parlamenter Soran Omer derxist. Dadgehê daxwaz ji hemû hêzên navxweyî kir ku li her cihê Soran Omer bê dîtin, destgîrkirin.

Parlamenter Soran Omer, di derbarê mijara wergirtina mafê nedestdayînê yê xwe û belgeyên derbarê Mesrûr Barzanî de, di 5’ê Gulana 2020’an de li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Soran Omer wiha gotibû; " Şeva 1’ê Adarê ez li ser Mesrûr Barzanî axivîm. Şeva 2’ê Adarê dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê bi madeya 433’an, li hemberî min doz da vekirin. Di heman demê de dadwerê lêkolînê, daxwaza wergirtina mafê nedestdayînê yê parlamenteriya min kiriye. Min îro li ser vê mijarê belge radestî serokatiya parlamentoyê kir. Lê cîgirê seroka parlamentoyê ji min wernegirt û daxwaz ji min kir da ku ez bi xwe belgeyan bişînim dadgeha giştî."

Soran di dewamê de balkêşa ser belgeyên li ser serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî û wiha pêde çû; "Li gorî belgeyên Wîkîlîksê, Mesrûr Barzanî xwediyê parek mezin ya Koma Stêr e. Ev Koma Stêr, ji 12 kompanya û bankeyan pêk tê. 10 kompanyayên hevbeşin. Yek ji wan kompanyaya Kar e. Navê bankê jî banka Artî ye. Pereyê nefta Herêma Kurdistanê ji dolar vedigerîne dînar."

Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Ebubekir Mecîd ji Rojnewsê re axivî û da zanîn ku rakirina mafê nedestdayînê yê parlamenter Soran Omer, ji bo hemû kesê bê mafî û zilmek mezin bû.

Mecîd wiha pêde çû; "Diyare ev parlamento jî ne ya gel e, parlamentoya desthilat û dewletan e. Bandora dewleta Tirk a dagirker li ser vê parlamentoyê heye. Biryarên bi vî awayî, yên dewleta Tirkiyeyê ne. Li gorî em dibînin, vir weke dewleta Tirk lê hatiye."