Têkildarî berxwedana Parka Gezî de 18 kes hatin berdan
Têkildarî berxwedana Parka Gezî de 18 kes hatin berdan
Têkildarî berxwedana Parka Gezî de 18 kes hatin berdan
18 kesên ku di êrîşa polîsan a li hemberî berxwedana Parka Gezî de hatibûn binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kiribûn hatin berdan.
56 kesên di êrîşa polîsan a li hemberî berxwedana Parka Gezî de hatibûn binçavkirin, îro serê sibehê sewqî Edliyeya Stenbolê kirin. Ji wan 13 kesên ku temenê wan di bin 18 salî de bû piştî ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wan hat stendin, hatin berdan. Ji 43 kesan 25 kes piştî karûbarên li dozgeriyê ku serbest hatin berdan, 18 kes jî bi sedema “li hemberî polîs derketine” "li hemberî Qanûna bi hejmara 2911 ya Civîn û Meşên Xwepêşandanê kirina muxalefetê” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. 18 kesên ku di dadgehê de îfadeya wan hat stendin hatin tehliyekirin.