‘Têkçûna DAIŞ'ê li Kobanê têkçûna wê ya li Sûriye û Iraqê ye'

‘Têkçûna DAIŞ'ê li Kobanê têkçûna wê ya li Sûriye û Iraqê ye'

Fermandarê YPG'ê yê herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku têkçûna DAIŞ'ê ya li Kobanê wê bibe têkçûna wê ya li Sûriye û Iraqê jî.

Fermandarê YPG'ê yê herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan îşev tevlî bernameya Bûyer a Ronahî TV bû. Berxwedan diyar kir ku hêzên YPG'ê ku ev çend roj in dest bi şerê gerîla kirine bi ser dikeve. Berxwedan got ku têkçûna DAIŞ'ê ya li Kobanê wê bibe têkçûna DAIŞ'ê ya li Sûriye û Iraqê jî û destnîşan kir ku hêzên wan hêzên biratiya gelan in û wê xeta xwe ya parastina hemû pêkhateyan bişopînin. Berxwedan wiha axivî: "Baweriya me bi fermandar û şervanên me heye. Bêguman em niha biser dikevin û em ê vê yekê bi berxwedana şervanên xwe ji her kesî re îspat bikin."

Di berdewama axaftina xwe de Berxwedan bang li hêzên navneteweyî kir ku êşa gelê Kobanê ku di bin topan û mercên koçberiyê de dijîn bibîne û ber bi hatina demsala zivistanê re alîkariya gelê Kobanê bikin û berpirsyarên xwe pêk bînin.

Di dawiya axaftina xwe de Berxwedan berxwedana 60 rojan a hêzên YPG'ê bibîr xist û da zanîn ku berxwedana wan di demeke nêz de wê ber bi serkeftinê ve biçe. Berxwedan ji hemû ciwanên koç kirine xwest ku vegerin Kobanê û tevlî berxwedanê bibin.