‘Tedawiya Guler û Abî tê astengkirin’

ÎHD Û Înîsîyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re diyar kirin ku tedawiya girtiyên nexweş Siddik Guler û Ebedîn Abî tê astengkirin.

Komîsyona Girtîgehan Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê di hefteya 463’emîn a çalakiya ‘Rûniştina F’yê de li ser medyaya dîjîtal daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de qala girtiyê nexweş Siddik Guler hate kirin êku li Girîgeha Tîpa T a Îskenderûnê de ye. Endama komîsyonê Nûray Şîmşek daxuyanî xwend û diyar kir ku Guler ê 81 salî nexweşiyên wî yên giran heye. Guler got ku, “Di sala 1994’an de hatiye girtin. Piştî ku hatiye girtin nexweşiya dil lê peyda bûye, ji ber ku nexweşiya wî giran bûye, di sala 2004’an de hatiye berdan lê ligel ku nexweşiya wî pak nebûye jî di sala 2009’an de dîsa hatiye girtin.”

Şîmşek diyarkir ku Guler bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û xwest serbest were berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 335’emîn de ji ber qedexeya derketina derve ya vîrûsa koronayê çalakiya xwe bi awayekî online li dar xist. Di dîmena ku ji bo çalakiyê hate weşandin de Endama Lîjneya Birêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebedîn Abî ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Bunyanê ya Kayseriyê girtî ye. 

Çevîrmen, di destpêka axaftina xwe têkildarî rewşa hemû girtiyên nexweş de agahî dan û bi bîr xist ku di sala 2020’an de 4 girtiyên temenê wan di seriya 75’an de jiyana xwe ji dest dane û piştre têkildarî rewşa girtiyê nexweş Abî de ev agahî parve kirin: “ Ebedîn Abî nexweşê dil û 5 demarên wî yên dil xitimandî ne. Beriya 2 salan rêjeya vê xitimandinê ji sedî 64 bû. Anjiyo bûye stent kirine demarên wî. Li gorî agahiyên ku wî daye Abî careke din anjiyo bûye li cihê ji sedî 70 li cihekê jî ji sedî 80 xitimandin di demarên wî de hene. Li gel vê rewşê jî Ebedîn Abî ne tê tedawîkirin û nejî pêwistiyên wê yên parêzê nayên dabînkirin.”

Di berdewamê de Çevîrmen, da zanîn ku nexweşiya tansiyona bilind a Abî jî heye û ev tişt gotin: “Beriya niha ji fitiq û apantisê jî hatiye emeliyatkirin. Ji ber van nexweşînan divê dermanan bi kar bîne. Rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Ji ber giranbûna nexweşiyên wî divê Ebedîn Abî demildest bê berdan û bêyî kêmanî tedawiyên wî bên kirin.”