Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser tevahiya civakê ye

Jinên HDK'yî nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û destnîşan kirin, ku ev tecrîd li dijî tevahiya civakê ye. Jinan gotin, "Tecrîd li dijî nêrîna aştiyê, vîna jiyana bi hev re û li hemberî gelan e."

Ji pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK); jinên ji Partiya Şoreşger (Devrîmcî Partî), ESP, SODAP Û SYKP'ê nerazîbûn nîşanî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Jinan destnîşan kirin, ku li dijî vê yekê ew ê bi hev re têbikoşin.

EM JI EWLEKARIYA WÎ BI FIKAR IN

Endama Partiya Şoreşger û Endama Desteya Rêveber a HDK'ê Benazir Coşkûn bibîr xist, ev 18 sal in Ocalan di nava tecrîdê de ye û anî ziman, pêkhatina hin hevdîtinan rastiya tecrîdê naguherîne. Coşkûn destnîşan kir, li gel tecrîd û mercên tenduristiyê yên Ocalan, mijara herî cidî ewlekariya wî ye û hin agahiyên di dema şerê navxweyî yê dewletê yê 15'ê Tîrmehê de derketin holê, bibîr xist. Coşkûn diyar kir, fikarên li ser ewlekariyê belasebep nînin û wiha dewam kir, "Tecrîd ji xwe sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bi rengekî ku li hiqûqa Komara Tirkiyeyê jî nayê, li hemberî Ocalan tê bikaranîn. Em dibînin, pêvajoya ku rê li ber şer vekir, bi tecrîda li ser Ocalan dest pê kir. Lewma nabe ku mirov Ocalan tenê weke şexsekî bibînin. Tecrîda li ser Ocalan tê wateya destpêkirina vî şerê li dijî gelan.

CPT ALÎGIRÊ DEWLETÊ YE

Weke ku tê zanîn, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ku 7 caran serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê kir, herî dawî bi heyeteke ji 3 kesan di 28-29'ê Nîsana 2016'an de ziyaret kir. Der barê ti ji van serdanan de heta roja îro daxuyaniyek neda. Eşkerekirina raporên CPT ji aliyê hikumeta Tirk ve hate astengkirin. Piştî şerê navxweyî yê dewletê yê 15'ê Tîrmehê, parêzerên Ocalan di 19 û 26'ê Tîrmeha 2016'an de serî li CPT dan û xwestin, bi rengekî lezgîn serdana Girtîgeha Îmraliyê bikin. Heyeta CPT ku di navbera 29'ê Tebaxê û 6'ê Îlona 2016'an de li girtîgehên Tirkiyeyê lêkolîn kir, neçû Îmraliyê û li ser rewşa Îmraliyê tenê agahî ji rayedaran stand. CPT herî dawî di 10-24'ê Gulanê de serdana Tirkiyeyê kir, lê dîsa neçû Îmraliyê. CPT heta niha ne raporên xwe eşkere kiriye, ne jî daxuyaniyek li dijî tecrîdê daye."

Coşkûn bal kişand ser berpirsyariya CPT a di vî warî de û anî ziman, CPT ku rewşa Ocalan naxe rojevê, weke alîgirê dewletê tevdigere. Coşkûn herî dawî got, "Pêwîste CPT tavilê bi erk û berpirsyariya xwe rabe, hewl bide hevdîtinê bike û şert û mercên Ocalan tê de ye bi rengekî bê sansur ji raya giştî re eşkere bike."

TECRÎD ÊRÎŞA LI DIJÎ NÊRÎNA AŞTIYÊ YE

Nûnera SYKP û Endama Meclîsa Ciwanan a HDK'ê Roza Kahya jî diyar kir, tecrîda li ser Ocalan polîtîkayeke ji rêzê ya AKP'ê nîne, lê polîtîkayeke îşkenceyê ya rêk û pêk e. Kahya destnîşan kir, ew tecrîda li ser Oclaan weke tecrîdeke li ser şexsekî nabînin û wiha dewam kir: "Ev yek li dijî gelê Kurd e. Di heman demê de polîtîkayeke tecrîdê ya li dijî mirovahiyê ye. Ji bo nehêlin nêrînên Ocalan bigihêjin me, wî tecrîd dikin. Ev fikir çi ne? Fikra aştiyê ye? Ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye. AKP polîtîkaya tecrîdê di nava 7 salên dawî de şidandiye û li dijî gelê Kurd jî şer îlan kiriye. Weke ciwanên çep-sosyalîst, em tecrîda li ser Ocalan weke êrîşek li dijî aştî, ciwan û zarokên welêt dibînin. Tevî gelê Kurd em ê bêjin 'Azadî ji Ocalan re' û li dijî tecrîdê li ber xwe bidin."

RABÛNA LI BER TECRÎDÊ RABÛNA LI BER FAŞÎZMÊ YE

Li gorî Alîkara Hevseroka ESP'ê Fadîme Çelebî, li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê dewam dike, tecrîda li hundir û derve pêwendiya xwe bi tecrîda li ser Ocalan heye. Çelebî got, "Tecrîda li ser Ocalan ne tecrîda li dijî şexsê Ocalan e. Tecrîda li hemberî hemû gelan û gelê Kurd e" û diyar kir, divê pêşî li hevdîtina parêzer û malbatê were vekirin. Çelebî destnîşan kir, divê dewlet beriya her tiştî dest ji polîtîkaya xwe ya şer berde, ji ber ku tecrîd bi xwe tê wateya êrîş û şerekî topyekûn û got, "Rabûna li ber tecrîda li ser Ocalan tê wateya rabûna li ber hemû êrîş û polîtîkayên şer e. Jin û hemû beşên civakê, divê li dijî tecrîda li ser Ocalan li ber xwe bidin û pêşî li her şêwe faşîzmê bigirin."

JI BO YEKÎTIYA GELAN DIVÊ BIQEDE

Hevberdevka SODAP'ê û Endama HDK'ê Saniye Evren anî ziman, ji bo hevgirtina gelên Kurd û Tirk lazim e tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqede û got, "Em jin, ji bo pêkanîna vê çi ji destê me bê em ê bikin. Pêwîste xebatên jinên azad bi berxwedanê bibin yek. Li dijî hemû zext û êrîşan, bi taybetî li hemberî tecrîdê şert e ku em li ber xwe bidin. Di vê mijarê de em ê ya pêwîst bikin û li dijî tecrîdê li ber xwe bidin."