Tecrîda li ser Ocalan li Rûsyayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan bi bernameyên cuda şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan bi bernameyên cuda şermezar kirin.
Li Komara Xweser a Adigeyê û bajarê navçeya Novîaleksandrovk a Stavrapolê Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bernameyên cuda şermezar kirin.
ADIGEY
Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê bi tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye danîn,ji ber ku agahî jê nayê wergirtin bi civînekê şermezar kir. Di civînê de ku li Navenda Çanda Kurd hate danîn gelek Kurdistanî û rêveberiya Otonomiyê hazir bû.
Beriya ku civîn dest pê bike ji bo şervanên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Di civînê de siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî. Cotkar bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha kaosa Rojhilata Navîn dîtibû û bang kiribû ku tevdîrên vê werin girtin. Cotkar diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan dixwaze dengê Ocalan bibire, ji ber ku ev demeke dirêj e Kurd hay ji Rêbertiya xwe nîn in, li ser ewlehiya jiyanê û tenduristiya Ocalan bi Kurdan re fikar çêbûne. Cotar ji ber bêdengiya qada navdewletî ya li dijî dîktatoriya AKP’ê û kirinên wê yên dij-demokratîk rexne li wan anîn û got, ‘em ne behsa mirovekî jirêzê dikin. Em behsa Rêberê civakekê dikin. Ji bo vê jî gelê me bêyî ku xwe bispêrê ti hêzê divê li nirxên xwe xwedî derbikeve û tecrîdê bişkîne.’’
NOVÎALEKSANDROVK
Li navçeya Novîaleksandrovkê ya bi ser Stavrapol a Federasyona Rûsyayê jî Kurdisyaniyan li Meclîsa Otonomiyê Çanda Kurd daxuyniyeke çapemeniyê li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
Daxuyanî li ber avahiya Otonomiyê hate dayin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Otonomiyê Nazê Bozoyeva axivî û got faşîzma AKP’ê her ku diçe polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê yên li ser Kurdan geştir dike û bi taybetî jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mînaka vê ya herî berbiçav e. Bozoyeva diyar kir ku dijmintiya li Kurdan wê dawiyê li ser serdetiya AKP-Erdogan bîne. Bozoyev diyar kir Erdogan ji bo ku pişta Kurdan bişkîne dev ji her cure nirxî berdaye lê dijminatiya li Kurdan çawa ku hikûmetên beriya niha li Tirkiyê hilweşandiye wê dawî li desthilatdariya AKP’ê jî bîne. Bozoyev herî dawî got, ‘’Kurdan ti caran Ocalan tenê nehiştin û wê tim Ocalan vîna xwe bibînin. Ji bo vê jî em tecrîda dijî mirovahiyê ya li ser Ocalan bi kîn û nefreteke mezin şermezar dikin û ji bo ku tecrîd demildest bi dawî bibe em bang li rayedaran dikin ku bi peywira xwe rabin.’’