Tecrîda li ser Ocalan li Platînovkayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li navçeya Platînovka ya Krasnodarê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Kurdistaniyên li navçeya Platînovka ya Krasnodarê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Kurdistaniyên li navçeya Platînovka ya bajarê Kradnodar ê Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li dar xistin.
Civîn ji aliyê Meclîsa Gel a Platînovkayê ve ahte organîzekirin û tevî Kurdan mirovên ji gelên din jî tevlî bûn. Civîna li Mala Çanda Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li civînê axivî û diyar kir, faşîzma AKP-Erdogan bi krîza aborî û siyasî re dawî li Tirkiyeyê tîne. Cotkar da xuyakirin ku bi rejîma rêveberiya şexsekî re li Tirkiyeyê hiqûq hatiye binpêkirin û her tişt li gorî dilê Erdogan tê meşandin.
Cotkar bal kişand ser pêkanînên faşîzan ên desthilatdariya AKP'ê li ser gelê Kurd û destnîşan kir, gelê Kurd ti carî serî li ber faşîzmê natewîne.
Siyasetmedar Cotkar anî ziman, Erdogan û faşîzma AKP'ê bi vê rastiyê zanin, lewma dixwazin ji cihê herî hesas li Kurdan bixin û got, "TC a faşîst ku bi tecrîda giran a li ser Ocalan re planên şikandina îradeya Kurdan dike, wê bi vê planê dawî li xwe bîne. Gelê Kurd ne ji bo rakirina tecrîdê, lê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe roj bi roj xurt dike û li ber xwe dide. Ev berxwedan wê ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re jî statuyê bîne. Hêzên navneteweyî yên ku li pêşberî kiryarên antî demokratîk ên AKP-Erdogan bêdeng in, li ber çavên Kurdan şirîkê kiryarên Erdogan-AKP'ê ne."
Piştî axaftina Cotkar, nûnerên saziyên Kurdan û beşdarên ji gelên cuda yên tevlî civînê bûn axivîn û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.