Tecrîda li ser Ocalan li Miçurinskê hate şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, li Miçurinskê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li navçeya Miçurinsk a bajarê Tambovê yê Rûsyayê dijîn, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina dagirkirina Efrînê li hev civiyan.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li civînê axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Cotkar got, "Desthilatdariya AKP'ê nema dikare welêt bi rê ve bibe. Erdogan ku welat ber bi rejîmeke totalîter ve biriye, sûcên giran kiriye û dike. Erdogan dixwaze bi rêya hilbijartinê xwe ewle bike. Divê Erdogan ji aliyê hêzên navneteweyî ve bê darizandin. Li Tirkiyeyê niha gelek bûyerên li derveyî hiqûqê diqewimin. Ji van bûyeran a herî girîng jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo rakirina vê tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin."